Ji Bo Bîranîna Salvegera Şahadeta Şehîd Rojda Efrîn

12

Berhemek Ji Keda Rêber Apo Yadê Gulê Û Keça Wê Şehîd Rojda

Bi rabûna pêlên şoreşa Rojava, ji bilî tevlîbûna gel tevlîbûnên ji hêzên parastinê û tevlîbûna ji gêrîla re her ku diçû zêde dibû. Bi wê zanebûna xweparastin û xwdî li rûmeta xwe derketinê, gelek ciwanên xê xakê berê xwe dan qadên têkoşînê. Efrîn jî ji bajarên destpêkê ye ku Rêber Apo kedek mezin lê daye û gelê wê derê bi rêxistin kiriye. Ji ber vê heya roja îro jî ew gel şoreşê hembêz dike û bi her tişta xwe di têkoşînê de cihê xwe digre. Di her malbatekê de çîrokên şoreşî hatine jiyîn. Çîroka têkoşîn Yadê Gulê ku di destpêka şoreşê de zaroka xwe ya yekem diyarî şoreşa azadiyê dike jî, hêjayî bi bîrxistin û vegotinê ye.

‘Eger Tiştek Ji Kezebê Buhatir Heba Minê Ew Jî Ji Bo Rêber Apo Bida’

Malbata Yadê Gulê ku wek gelek malbatên welatparêz, di destpêka şoreşa azadiyê de bûn dilsozên tevgera azadiyê ya ku bi pêşengtiya Rêber Apo pêşketiye. Ji ber vê bi her tişta xwe cihê xwe di nava têkoşînê de digrin. Ji ber baş di wê zanebûnê de bûn ku eger xweparastin pêş nekeve wê ti azadî neyê bi destxistin, çi bihatiba xwestin û çi pêwîst ba ku bê kirin, bêyî dudilî pêk tanîn. Ev welathezî jî bandoriyeke pir mezin li ser zarokên malbatê da çêkirin û ev zarok bi vê çandê mezin bûn. Keça malbatê ya yekemîn Erîfe, ji ber malbat di nava têkoşînê de bûn her tim meyl û fikrandinên wê ji bo tevlîbûna nava refên azadiyê pêş diket. Bi vê lêhûrbûyînê jî ji nava gundê xwe derket û dayîka wê ku hîn beriya zarokên wê hebin digot “Ez soz didim ezê zarokek xwe diyarî tevgera azadiyê bikim.” Bi destê wê digre û li pêşiya tevahî gund bi axaftinek ji dil keça xwe Erîfe diyarî şoreşê dike û wiha hestên xwe tîne ziman: “Ez ji dilê xwe de biryara tevlîbûna keça xwe didim û ez dixwazim keça min tevlî vê şoreşê bibe. Eger tiştek ji kezebê buhatir heba minê ew jî ji bo Rêber Apo bida.”

Her wiha Yadê Gulê di axaftina xwe ya di wê demê de rastiya şehîdan û şoreşê jî bi vî awayî dinirxîne û dibêje: “Beriya çend rojan jî em li merasîmeke hevalek jin ku şehîd bibû, amede bûn. Ew jî li mala bavê xwe bû û tevlî bû. Can pir buha ye canê xwe jî da. Îro keça min jî weke wane. Ez serkeftinê jê re dixwazim û ez dibêjim bawer neke heya ku Rêber Apo rizgar nebe, azadî pêk were. Azadiyek me hebe wê bi yê Rêber Apo re be.”  Bi vî awayî bi vê hestê Erîfe ku navê hevaleke jin ku di wê demê de li çiyayên azad şehîd bibû û navê wê Rojda bû radike, di sala 2012’an de tevlî refên azadiyê dibe.

‘Ji Bo Min Heval Rojda Ne Weke Xwuşkek Bû, Ji Bo Min Weke Heval Bû’

Tevlîbûna Rojda li ser xelkê li gund û li ser derdor bi awayekî mezin bandorî da avakirin. Gelek tevlîbûnên ciwanên gund jî piştî wê çêbûn. Her wiha ji xwuşkên hevrê Rojda jî dibe yek ji şopînerên xeta azadiyê û ew jî weke xwuşka xwe biryara jiyana azad dide. Xwuşka hevrê Rojda, ji fermandarên YPJ’ê Arîn Canda têkiliya di navbera wê û hevrê Rojda ne tenê wek têkiliya xwuşktiyê digre dest û dinirxîne, ew hevrê Rojda weke rêhevalek wê ya samîmî û rast dinirxîne û ji bo jiyana wê wiha tîne ziman: “Li gel ku di navbera me de çend sal hebûn lê me ew cudahî jiyan nedikir. Ji bo min heval Rojda ne weke xwuşkek bû, ji bo min weke heval bû. Ne ji ber ku xwuşka mezin bû, lê di kesayeta wê de giyanê berpirsyartiyê pir şênber xwe dida der. Di nava hemû xwuşkan jî têkiliya me zêdetir bi hev re xurt bû. Ji ber vê dema ku xwest nameyekê beriya tevlîbûna xwe binivîse ez pêre bûm alîkar Ji ber lêgerînên wê yên azadiyê meylên wê yên jiyana azad re, me ferq dikir ku wê tevlî bibe. Ji xwe di huzura gelê xwe de ev biryar da û tevlîbû.”

Wê Her Riya Şehîdan Bê Şopandin

Fermandara YPJ’ê Arîn Canda ji bo şehadeta hevrê Rojda jî dibêje ku şehadeta hevrê Rojda di encama giyanê wê yê fedayî û berpirsyar de çêdibe û wiha diyar dike: “Di sala 2014’an de di pêngava şer Cezia de dema ku gêrîlayên Kurdistanê dadikevin bajêr û li hember çeteyan şer dikin hevrê Rojda jî cihê xwe di wê koma gêrîlayan de digirt. Ji bo ku hevalan ji çemberê derbixin, bi sê hevrêyên xwe re bi giyanek berpirs bêyî ku li benda ti kesî bin diçin û di pevçûna li hember çeteyan de dighêje asta şehadetê.” Arîn Canda ji bo giyana fedaytiyê wiha nîşan dide û dibêje: “Ne tenê mirov bombeyekê di xwe de biteqîne dibe fedayî. Mirov bi taybetmendiyên xwe yê milîtanî ku hem diteyse jiyan û şerê mirov, wê demê em dikarin bêjin fedaytî tê jiyîn.” Herî dawî jî ji bo salvegera hevrê Rojda carek din ew bibîr anî û diyar kir ku wê her li pey xeyalê wan bin û wê bê rawestandin têkoşînê bidomînin.

‘Emê Li Ser Vê Riyê Bimeşin Û Em Ne Pûşmanin’

Dayîka hevrê Rojda jî ji bo bîranîna salvegera şehadeta keça xwe bi bîr dixe ku eger ne ji hevrêyên şehîd bana, emê îro weke gelê kurd ne di rojeva cîhanê de bana, û hest û helwestên xwe wiha derdibire: “Eger rêxistin rêxistineke şehîdan be, wê ti tişt nehêle ku were şikandin û tune kirin. Me soz daye şehîdan û Rêber Apo, emê li ser vê riyê bimeşin û em ne pûşman in. Heya em bighêjin azadiyê emê riya wan bişopînin, weke malbatên şehîdan çi ji me bê xwestin emê bikin. Bi taybet heya ku azadiya Rêber Apo pêk neyê emê nesekinin û her di nava têkoşînê de bin.”

 

Navenda Ragihandina YPJ’ê

23.08.2025