Ji Gelê Me û Raya Giştî Re

10

Em, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jin ê Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, û Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê, bi piştgiriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Koalîsyona Navneteweyî, dawîkirina qonaxa nû ya Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ya li Kampa Holê radigihînin.

Ev qonax hewlên me yên berê temam dike ji bo rûbirûbûna gefên ku ji aliyê şaneyên DAIŞ’ê ve tên çêkirin, ku di demên dawî de hewl dane ewlehiya di nav kampê de têk bibin û sivîl û xebatkarên ku di saziyên mirovî yên xizmetguzariyê, di nav kampê de dixebitin, hedef bigirin.

Ev operasyon encamên girîng bi dest xistiye, yên herî berbiçav ev in:

  • Girtin û hilweşandina torên terorîst ên ku di nav kampê de dixebitin
  • Girtina 11 çeteyên girêdayî DAIŞ’ê
  • Têkbirina hewldanek ji bo hedefgirtina saziyên xizmetguzarî û mirovî
  • Pêkanîna operasyonên şevê yên taybet li dijî veşartgehên terorîstan, ku di encamê de cihênku êrîşan lê pilan dikin hatin hilweşandin û tevgerên şaneyên terorîst di nav û derdora kampê de hatin sînordarkirin.

Her wiha operasyon beşdarî xurtkirina hevrêziyê bi rêxistinên mirovî re, misogerkirina berdewamiya xebata wan a ewle di nav kampê de, û dabînkirina hawîrdorek aramtir ji bo niştecihên wê bû.

Em wek hêzên tevlî operasyonê bûne diyar dikin ku encamên me ji operasyona Mirovî û Ewlehiyê girtiye, bandora piştgiriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk û hevkarên me yên di Hevpeymaniya Navneteweyî jî di vê pêşvaçûnê de, diyarker bû. Em tekez dikin ku şerê me yê li dijî terorê wê her berdewam bin, û parastina sivîlan û misogerkirina pêdiviyên wan ên mirovî dê heya ku hemû hewldanên vejandina DAIŞ’ê û îdeolojiya wê ya tundrew ji holê neyên  rakirin, dê pêşîniyên me yên sereke bin.

Bijî Gelê Me û berxwedaniya hêzên me

Hêzên Beşdarî Operasyona Mirovî û Ewlehiyê bûne

06.09.2025