
Li Kantona Reqayê Meşek Girseyî Ji Gel Ku Piştgiriya Xwe Ya Bi QSD’ê Re Nîşan Da
Meş ji çarxereya jina azad a bajarê Reqayê dest pêkir û heya çarxereya Neîm ê bajêr dewam kir. Nûnerên meclîsa kantonê û yên meclîsa Bakur-rojhilatê Sûriyê, meclîsa kombûna jinan a Zenûbya tevî xelkên bajêr û gundewarên wê beşdarî meşê bûn. Siloganên ku di meşê de dihatin avêtin “Em hemû QSD’ê ne” û QSD rumeta me ye û silogana “JIN JIYAN AZADΔ ji hêla çalakvanan ve dihatin dubare kirin. Her wiha di çalakiyê de gel tekez kir ku QSD’ê ji bo parastina heremê hîmeke bingehîn e.Her wiha aht diyarkirin ku divê her kes li hember vê hişyar be û tevlî yekîtî û hevgirtina li hember hemû êrîşan bibin.
Navenda Ragihandina Ypj’ê
23.09.2025