Ji Gelê Me û Raya Giştî Re

11

Di pêvajoya berxwedaniya bêhempa yê Bendava Tişrînê, Pira Qereqozaxê û Dêrî

Hafirê de, di wan dem û kêliyên dîrokî de, rûpelên efsaneyên serdemê pel bi pel

bi çîrokên lehengan û fermandartiya demê dihatin dagirtin. Di wê berxwedaniyê

de bi dehan fermandar û şervanên leheng heya hinaseyên xwe yê dawî şer kirin û

gihan asta şehadetê.

Yara Mistefa bi nasnav Nûcan Gabar li warê têkoşerên hemdemî Efrîna bedew

çavên xwe li jiyanê vekiribû. Hevrê Nûcan bi çanda kurdî yê resen di nava civaka

xwe yê xwedî kok û dîrokeke kevnar de mezin bibû. Her ku mezin dibû jî, pêre

xeyalên azadiyê û têgihiştina azadiya welat mezin dibû û di naskirinê wê de kûr

dibû. Ji ber welatparêziya malbatê hevrê Nûcan di zaroktiya xwe de şoreşê dinase

û di dil û mejiyê wê de şoreş tê çandin. Du apên hevrê Nûcan, Rojhat Gabar û

Çekdar Gabar di nava şoreşa azadiyê de cihên xwe girtibûn û bi qehremanî jî

têkoşîn dan meşandin û şehîd bibûn. Ev li ser hevrê Nûcan bandoriya şorşgertiyê

da çêkirin her wiha şerê Efrînê jî ji bo hevrêya me dibe xala dawî û ji dijmin re vê

gava dagirkirinê nahêle û bi bandorbûyîna xwe ya ji Berxwedana Serdemê re,

biryara jiyaneke nû dide û dibe yek ji şervanên Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê.

Piştî ku hevrê Nûcan tevlî dibe, bi dîtina perwerdeyên bîrdozî û leşkerî dibe yek ji

şervanên jin ê herî jîr û xwedî kesayetek şareza. Di nava hevalên xwe de her

pêşeng, dilnizim û wefadar dihat naskirin. Ew bi xwe jî jirêzêbûyîn ji bo xwe

nedipejirand û her bi wê xwesteka xwepêşxistin û xwe zane kirinê jiyana xwe yê

şoreşgerî dijiya. Kesayeta hevrê Nûcan xurt û pir pak bû, di hevaltî û têkiliyên xwe

de xwedî pîvanên bilind bû. Li hember xeta Rêber Apo bi hizirandineke kûr û bi

hestiyareke mezin nêzîkatî dida raber kirin û esareta Rêber Apo ti carî normal

nedigirte dest. Xeyal û armancên hevrê Nûcan her ew bû ku Rêber Apo fîzîkî azad

bidîta û ev mizgînî bigihanda tevahî azadîxwazan.

Weke bi hezaran hevrêyên xwe, heval Nûcan bi hestên tolhildanê û fedekariyê di

nava şoreşê de bû xwedî gelek barên mezin. Herî dawî jî di nava berxwedaniya

Bendava Tişrînê de bi rolên mezin leyîst û erkên xwe bi awayekî herî baş bi cih

anîn. Di dîroka 13’yê Çileya 2025’an de dema ku hevrê Nûcan bi du hevalên xwe

Têkoşer Efrîn û Xebat Baz re diçûn çalakiyê, di encama lêdana keşfa dewleta

Tirkiyê ê dagirker de bi lehengî şehîd bûn. Navê wan bû navê berxwedaniyê û

wiha ala serkeftinê li ser Bendava Tişrînê li ba bû û dengê azadiyê berbelavî

cîhanê bû.   

                                                                      Silav û Rêzên Şoreşgerî                  

      10.10.2025                                                                                

            Fermandariya Giştî Ya YPJ’ê