Di çarçoveya pêşxistina zanebûna fikrî û leşkerî yên şervanan, Akademiya Şehîd Hebûn Enteriyê dewreya perwerdeyê didomîne, ku armanc dike dîsîplîn û jîriya amadebûna di qadan de yên şervanên Yekîneyên Parastina Jin zêde bike.
Di rêveçûnên perwerdê li ser girîngiya vê dewreyê, şervanên jin tekez kirin ku perwerdehiya dijwar gaveke girîng e ji bo zêdekirina zanebûna şer û zanistiya mijûlbûna bi şert û mercên cûrbecûr re di dema mîsyonên leşkerî de.
Pabendbûn Û Dîsîplîn Bingeha Serkeftina Her Şervanekê Ne.
Şervana YPJ’ê Rohan Walat li ser perwerdeyê ku dibînin axivî û wiha got: “Bernameya perwerdê mijarên teorîk û pratîkê di nav xwe de dihewîne ku avakirina şervanên pir baldar in û dikarin dema ku mîsyonan pêk tînin biryarên bilez bidin armanc dike, û destnîşan kir ku pabendbûn û dîsîplîn bingeha serkeftina her şervanekî ne.” Ji aliyê xwe ve, şervana YPJ’ê Rosîn Kobanê wiha rave kir û anî ziman: “Jin hebûn û zanebûna xwe ya beşdarbûna di warên cûrbecûr ên perwerdeyê de îspat kirine, û em tekez dikin ku îrade û biryardarî motîvasyona sereke ye ji bo derbaskirina hemû dijwarîyan û bidestxistina amadebûna pêwîst ji bo xizmetkirin û parastina civakê.”
Wan bi tekez kirina ku akademî berdewam dike bi pêşkêşkirina bernameyên bi kalîte yên ku armanc dikin şervanên jin ên xwedî ezmûn û jêhatî amade bikin, û bikaribin erkên xwe bi giyanek berpirsiyarî û biryardariyê pêk bînin da ku ewlehî û aramiyê bi dest bixin, bi dawî kirin.
Navenda Ragihandin YPJ’ê
10.11.2025










