Hêzên Cewherî ji bo parastina axa xwe li kolananin da ku tax û bajarên xwe bi ewletir û aramtir bikin.
” Her roj, endamên jin ên Hêzên Cewherî, ji bo parastina tax û bajarên xwe bê rawestandin li kolanên Hesekê digerin da ku herêmê ji her gefê biparêzin.
Yek ji Rêvebera Hêzên Cewherî Rojîn Elî axivî û ev tişt anî ziman: “Em wekî Hêzên Cewherî êrîşa li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ji hêla hikûmeta demkî ve şermezar dikin. Em piştrast dikin ku em, wekî jin, nahêlin dijmin axa me dagir bikin, çi dibe bila bibe em, wekî Hêzên Cewherî, îro li taxên xwe radiwestin da ku bi hemû hêza xwe ve welatê xwe biparêzin”.
Yek ji Endama Hêzên Cewherî Kelîm Ehmed jî axivî û ev tişt anî ziman: “Heleb ne bi tenê ye. Em piştgiriyê didin gelê xwe yên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê û em amade ne ku bersiva hemû êrîşên ku herêmên me hedef digirin bidin. Bila dijmin bizanibe ku em, Kurd û hemû civakên ku piştgiriyê didin me, em ê li hember dijminê faşîst bêbersiv nemînin, ji ber ku em bawer dikin ku rêya me rêya serketinê ye”.
Kelîm Ehmed di dawiyê de ev tişt got: “Em hemû civak Kurd, Ereb, Suryan, Asûrî û Ermenî wê li hemberî dagirkeriyê bisekinin û axên xwe biparêzin. Dewriyeyên li hemû taxan bi şev û roj berdewam dikin da ku ewlehiya herêmê misoger bikin û biparêzin.”
Navenda Ragihandin YPJ’ê
22. 12. 2025










