Di çarçoveya pîrozbahiyên duyemîn Festîvala Stranan a Neteweyî li Tebqayê de, stranek bi navê “Em ji bo we distirên” hate pêşkêşkirin. Giyanê neteweyî yê ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hêstên wan ên di Hêzên Sûriya Demokratîk de dike yek temsîl dike. Desteya Çand û Hunerê ya Tebqayê duyemîn Festîvala Stranan a Neteweyî lidar xist. Di festîvalê de niştecihên heremê, endamên Hêzên Sûriyeya Demokratîk, Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ), Hêzên Ewlekariya Navxweyî, malbatên şehîdan û hûnermendên ji her du kantonên Cezîre û Firatê beşdar bûn.
‘Îro Em Dengvedana Wan Berxwedanên Mezin Distirên’
Festîval bi deqeyek rêzgirtin li ser giyanê şehîdan dest pê kir. Piştre Hevseroka Meclîsa Rêveber Semîra Hebeş axivî û ev tişt anî ziman: ‘‘Armanca vê festîvalê ew e ku hişmendiya neteweyî bi rêya hunerê xurt bike û girêdana giyanî ya di navbera welat û gelê wê de temsîl bike. Şervanên me bi şev û roj bê westan têdikoşin, ji bo parastina welat qurbaniyên herî mezin didin û îro em dengvedana wan berxwedanên mezin distirên.”
Festîval bi performansên mûzîkê yên ku stranên welatparêzî yên ku girêdana gel bi axa xwe û şervanên ku wan diparêzin nîşan didin bi dawî bû.
Navenda Ragihandina YPJ
06. 01. 2026










