Pêkhateyên Hesekê: Em Hemû Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ne

175

Dûh êrîşeke der mirovî li dijî gelê Helebê yên ku li taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyêne pêk hat. Herwiha di van êrîşan de gelek welatî şehîd û birîndarbûn.

Li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê gel daketin qadan û ev êrîş  bi tundî şermezarkirin. Bi vê boneyê bi sedan xelkên bajarê Hesekê jî, ji bo piştgiriya vê berxwedanê meşiyan û teqez kirin ku ew li pişt gelê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ne.

“Em Ê Bibin Yek Da Ku Sûriyeyek Piralî, Demokratîk Û Nenavendî Ava Bikin.”

Meclîsa Bajarê Hesekê îro di saet 12:30’an de meşek girseyî ji bo piştgiriya berxwedana taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê lidar xist. Di nav beşdaran de xelkê bajarê Hesekê, Rûspiyên Heremê, Serok eşîr û nûnerên Saziyên Sivîl û Leşkerî amadebûn. Meş li Kolana Miftî destpê kir û ber bi Çarxereya Şehîd Serhed ve veguherî mitîngê. Beşdaran pankartên bi nivîsa “Em Hemû Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ne” hilgirtin û bi dengekî bilind dirûşmeyên “Bijî berxwedana Şêx Meqsûd û Eşrefiyê!” û “Bijî berxwedana QSD!” berz kirin.

Li çarxerêya Şehîd Serhed, ji bo giyanê Şehîdan deqeyek rêz hate girtin. Piştre, axafin hatin kirin û di peyaman de ev tişt hate gotin: “Van gelan xwe bi felsefeya Neteweya Demokratîk xwe bi rêxistin kirine û dê berxwedana xwe ya ji bo yekitiyê bê navber berdewam bike. Çi dibe bila bibe, ev kiryarên dewleta Tirk a faşîst ji bo têkbirina projeya Neteweya Demokratîk plan dikin, ew ê têk biçin, ji ber ku em ê ji bo avakirina Sûriyeyek piralî, demokratîk û nenavendî bibin yek. Em van kiryaran şermezar dikin û pêwîste hikûmeta Şamê ya demkî fêm bike ku ev binpêkirin bi tu awayî sûdê nadin Sûriyeyê, berovajî zirarê dide. Hewildan ewin ku peymana 10’Adarê bi van kiryaran têk bibin. Ji ber vê yekê, em ê têkoşîna xwe bernedin heya aşitiyek mayînde pêk neyê.”

Meş bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Şêx Meqsûd û Eşrefiyê!” û “Bijî berxwedana Asayîşê!” bi dawî bû.

Navenda Ragihandina YPJ

 07. 01.  2026