Ji qadên berxwedanê, şervana YPJ ê Canroj bi boneya Roja Jinên Cîhanê, ku dikeve 8 ê Adarê, pîrozbahiyên xwe li hemû jinên li Rojava û li çar aliyê cîhanê kir. Wê teqez kir ku ev roj ji bo her jinekê ku ji bo azadî û rûmetê têdikoşe, rojek dîrokî û girîng e.
Hevala Canroj jî vê rojê li Rêber Apo û hemû şehîdan pîroz kir û destnîşan kir ku destkeftiyên ku jinan bi dest xistine, berhema vîzyona Rêber Apo û şehîdên ku bi xwîna xwe rêya azadiyê vekirine ne.
Di axaftina xwe de, Canroj rola pêşeng a Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) bi bîr xist û piştrast kir ku YPJ di pêşengiya wan kesan de bû ku beşdarî têkbirina rêxistina terorîst a DAIŞ ê bûn û tarîtiya ku hewl da li ser gelên herêmê û bi taybetî li ser jinan ferz bike şikandin.
Şervana YPJ Canroj peyamek ji hemû jinên cîhanê û raya giştî ya navneteweyî re şand û teqez kir ku Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) dê bi têkoşînê ve girêdayî bimînin û dê nehêlin xwîna şehîdên xwe bê feyde were rijandin. Wê piştrast kir ku YPJ dê rêya berxwedanê bidomîne heta ku jiyaneke azad û bi rûmet ji bo hemû jinan pêk were, û civakek were avakirin ku edalet û wekhevî ji bo hemû endamên wê serdest be.
Şervana YPJ Canroj peyama xwe bi silavkirina her şervanek jin û dayikên şehîdan bi dawî kir, û piştrast kir ku 8 ê Adarê dê bibe sembola berxwedan û israra jinan li hember neheqî û zordariyê.

Navenda Ragihandina YPJ
4ê Adarê, 2026









