Bi boneya 8’ê Adarê îro merasîmek bi heybet hate lidarxistin. Merasim li Hesekê ji aliyê bi sedan şervan û fermandarên YPJ’ê û dayîkên Şehîdan ve hate pîrozkirin. Li cihê merasîmê wêneyên Rêbertî û Şehîdan û alên YPJ’ê hatin daliqandin. Merasim bi toreneke leşkeri hate lidarxistin.
Piştre li ser navê Endama Fermandariya Giştî ya YPJ’ê û QSD’ê Newroz Ehmed axivî û 8’ê Adarê destpêkê li mîmarê afirînerê jiyana azad Rêber APO, tevahî şervanên azadiyê û jinên cîhanê pîroz kir û anî ziman ku jinan di vê rojê de, di destpêkirina jiyan û mirovahiyê de bûn mîmarê esasî yê vê jiyanê û wiha anî ziman: ‘Jinan bi berhemên xwe, bi çanda xwe jiyaneke nû ji bo tevahî mirovahiyê afirand. Bi sekna xwe, bi jiyana xwe bi afrenerî ava kiriye. Lê desthilatdariyê di şexsê jinê de jiyan qetil kir û tarî kir, bi vî şêwazî serweriya xwe li ser tevahî cîhanê hakîm kir û heta roja me ya îro jî heye. Di şexsê jinê de jiyan û civakê qetil dikin. Bi van êrîşan dixwazin yek rengiyê bidin avakirin’.
Newroz Ehmed diyar kir ku hevrêyên me yên weke Denîzan, Sîdaran, Şîlanan, Îlanan û Ziyadan bi bedenên xwe li hemberî vê pergalê sekinîn û wiha anî ziman: ‘Me çawa ku têkoşîna xwe berdewam kiriye, taybet di îsal de jî tevgera jina bi gotina ku ‘Dem dema jinê ye’ em vê sedsalê bikine sedsala dema jinê. Em ê ji her demê zêdetir bibin xwedî vê seknê, ji ber hîna jî pir rêhevalên me di destê çeteyan de dîlgirtine. Ji bo azadiya tevahî jinên dîl girtî çi têkoşîn ji me were xwestin em ê bikin.
Di dawiyê de Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Newroz Ehmed diyar kir ku di vê demê de pêwîstiya me bi hevgirtina têkoşîna hevpar ya azadî û demokrasiyê heye. Emê ne tene 8’ê Adarê em ê hemû kêliyên jiyan xwe bikin kêliyên têkoşînê.
Piştre siloganên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’, ‘Bijî Serok APO’, ‘Jin Jiyan Azadî’ û ‘Şehîd Namirin’ hatin berzkirin. Piştre ji aliyê Fermandariya Giştî ve gul li şervanan hatin belavkirin. Di dawiyê de şervanan bere xwe dan goristana Şehîd Diwar ya Hesekê û gul danîn ser gorên şehîdan.

Navenda Ragihandina YPJ










