Bi sedan şêniyên bajarê Dêrikê û navçeya Girkê Legê, îro salvegera şehîdên komkujiya Qereçoxê bi merasîmeke niştimanî li Baxçeyê Şehîdan ê li çiyayê Qereçoxê bi bîr anîn. Di merasîmê de peyamên bilindkirina asta têkoşînê û parastina yekîtiya civakî hatin dayîn.
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Paşê çend axaftin hatin kirin û bal hat kişandin ser fîdakariyên ku şervanan ji bo parastina herêmê di rûyê êriş û gefên derve de nîşan dane.
Di çarçoveya çalakiyê de, endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan, Mihemed Seîd axivî û bal kişand ser vîna pola ya pêkhateyan li hemberî dagirkeriyê û got:
“Em hêza xwe ji şehîdên xwe digirin. Dijmin nikare tifaqa gelê me yê berxwedêr xira bike. Îro li vê derê yekîtiyeke rastîn di navbera Kurd, Ereb û Suryanan de heye; ev yekîtî bi xwîna şehîdan hatiye avakirin. Em ê rê nedin dewleta Tirk a dagirker û dûvçûnên wê ku vê jiyana hevbeş xira bikin.”
Maf bi fikir û berxwedanê hatin bidestxistin
Ji aliyê xwe ve, rêvebera Kongra Star Şerfîn Dêrik tekez kir ku destkeftiyên îro encama têkoşîneke dûredur in û wiha got: “Hebûna me û naskirina mafên gelê Kurd bi saya xwîna şehîdan û fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Em bi şehîdên xwe yên ku li ser vê rêyê ji bo azadiyê meşiyan serbilind in. Em ê heta bidestxistina hemû mafan li ser vê şopê bin.”
Merasîm bi berzkirina dirûşmên şoreşgerî yên ku şehîdan silav dikin û daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan dikin, bi dawî bû. Beşdaran careke din peymana domandina rêya şehîdan û parastina destkeftiyên Rêveberiya Xweser û biratiya gelan nû kirin.










