Soza Me Xwîna Şehîd Erdê Nehîştine

288

Bermal Kobane

Beriya derbasê Efrîn’ê bibin wek 2 Tabûr perwerdeyê leşkerî me didît. Bi astekî xort me perwerde leşkerî berdewam dikir. Pêvajoya Efrîn’ ê destpê kir û em jî wek Tabûr derbasê Efrîn’ ê bûn. Dema agahî hat tabûra me diçe Efrîn’ ê kelecanek pir cûda bû. Seatê perwerde bû, emê biketana perwerde lê carekî de heval Kûrtay hat got: “Xwe amade bikin tabûra me diçê Efrîn’ ê.” Dema me wan gotina bihîst bi rastî kelecan û coşek pir mezin me jiyan kir. Moralek pir cûda bû. Emê derbasê Efrîn’ ê bûna, kêlekî hevalê xwe şer bikira û ji bo gelê Efrîn’ ê şer bikira. Mirov çiqas behsê wan rojan bike jî di nav de jiyan kirin pir cûda ye, di vê kêliyê penase kirin zehmete. Kelecanê wî, moralê wî me bixwe jıyan kir, rastî jî pir xweş bû.

Derbasbûna me Efrîn’ ê re hema neketin di nav şer de grubên biçûk biçûk me dixwest kêmek derdor nas bikin. Piştî demekî grubên biçûk biçûk derbasê şer dibûn. Hevalek wir hebû wek kordinasyona bajêr bû. Cihê ku em diman berpirsyarî wir bû.Kuderê valatî ango pêwîstî hebû hevala rê dikirin qada şer. Destpêkê li gel me Heval Laleşîn û heval Zozan derbasê qada şer bûn. Dema heval Laleşîn û heval Zozan çûn, bi rastî ji divê demê de rewşa ku min jiyan kir pir zehmet bû ji ber 2 heval li gel te diçin û şerekî pir girang diqewime. Gelo cardin tû bikaribî wan hevalê xweyê hêja û delal bibînî, rojên ku we hevdû re derbas kiriye bikaribî nû de zindî bikî û keyfxweşî û êşê xwe parve bikî. Her hevalek li gel me qût dibû û şehadet û birîndarêyên ku dihatin jiyan kirin her ku diçû kîn û acizbûyîna min zêde dibû. Piştre 2 hevalê din dîsa xwestin û disa ez tê de nîn bûm. Bi rastî jî her ku hevalê min diçûn û ez jî diman pir hestiyar dibûm. Min dixwest ez jî biçûm lê heval her digotin sebir bike tu jî biçî, grubek pir mezin em nikarin bişînin grubên biçûk biçûk tevger kirin ji bo me baştir e û ez ji her benda hevala dimam. Roja ku her bendê bûm, ev roj hat û ez, Şehîd Şayan û Şehîd Berçem derbasê qada şer bûn. Cihê ku em çûn navçeya Bilbilê bû. Bi rastî qada ku em çûn, qadakî tevlî hev bû ji ber ku cara yekemîn derbasê Efrîn’ ê dibin û erdnigarî nas nakin û hin cîh ji dijmin girti bû heya kêmek fêrbûyîn çêbû wê demê tevger kirina me hêsantir bû. Her fikrandin û çalakiya me cihê ku di destê me de çûbûn wan cîha nû girtin û zivirandina axa me bû. Bi rastî jî şerê kû Bilbilê de dihat meşandin şerekî pir giran bû ji ber milekî de teyare, keşîf milekî de obîs, havan milekî de sekvanî kar dianîn nayê bîramin ku keliyek bêdengbûyîn çêbûye bê navber teknîkê xwe li ser me û gelê me didan şixûlandin.

Cihekî ku di Efrîn’ ê de em nas bikin nîn bû. Li gorî ku derfetên destê me de hebûn me dixwast arazî nas bikin. Derketa ku berfireh, kûn bi kûn erazî bigerî nîn bû ji ber ku keşif û teyare qet nedisekinî. Piştî wî wek grûp em derbasê li gel hevalê xweyê tabûrê bûn lê grûbên biçûk biçûk hin cîhan de me xwe cîh kiri bû ji ber ku teknîk wek baranê li ser me dişixûliya. Edî em derbasê gûndê Bilbilê bûn. Hevalekî me hebû navê wî Qendîl bû. Bi rastî jî moralê wî hevalê dihîşt ku heval hêz bigrin û bê tirs êrîşê dijmin bikin. Moral û kelecana heval mirov hîs ne dikir ku di nevenga şer de ye. Rixmê ku teknîk wek baranê li ser me dibarî, rojek min nedît ku psîkolojiya hevala xirabûye ango tirsek çêbûye. Êrîş çiqas giran bûya li hemberê wî êrîşê kîn, acizbûyîn , cesaretê hevala hîn zêdetir dibû. Di wan deman de jî bi rastî jî hewa sar bû dema obîsek dihat ango havan diavetin hevala bi ken û moral  digotin hewa sare em biçin li ber, xwe germ bikin. Bi rastî jî tu car moral û motîvasyon neket di nav wî şerê de hertim coş û moral me cihê xwe girt.  Rengê heval Qendîl pir cûda bû. Milê ewlekarî de hevalekî pir şiyar bû hertim di nav tevgerekî de bû, fikrandina heval hertim li ser şer bû. Bi rastî jî di nav şer de giranî û seknekî heval hebû lê kêlekê wî de ji bo moralê hevalê xwe xurt bike destê wî de çi bihata dikir wî astê de hevalê xwe difikirî,  hevalek fedakar û kedkar bû.