Bîranîn

Rojnivîsên Dilê Min

Di Cizîr û Firatê de şeveke min a Efrînê

Şeveke bi çoşa li hember mirinê şerkirin, mîna Efrînê derbas bû. Her kes di intîşarê de ye, ji Firatê bigre heya Qamişlo rewş wisa ye. Li milê Til Ebyad ji herdû milan de êrîşeke giran destpê kiriye. Keşif digere, gelê herêmê jî ketiye nava liv û tevgereke mezin de. Careke din li ser welatê me, li ser me komployeke mezin destpê kiriye. Çawa li Efrînê dostên sexte pişta xwe dane me îro dîsa dîrok xwe dûbare dike. Hêzên desthilat yên komploger li ser heman maseyê careke din biryara dagirkirinê dane. Ji jor de tamaşe dikin ka çawa însan tên kuştin, ka çawa gel neçarî koçberiyê dibe û çawa xwezaya welatê me dişewûte, talan dibe.

Em jî weke girûpa fûzê ne. Ez û heval Mijdar li cem hevin. Em di nava erazî de, di bin darekê de tevî sîleha xwe û fûzeya dilê min, em rûniştine. Ji ber gera zêde ya keşfê em hewl didin çepera xwe biparêzin û deşîfre nekin. Ji dûr de dengê milet tê me. Dengê tang û topên artêşa Tirk a dagirker, dengê qêrîna wan jî bilind dike. Bi rastî rewşeke pir trajedîke. Mirov di heman kêliyê de gelek hestan jiyan dike. Hem hestiyar dibe, hem bi hêrs dibe. Ji ber wê em dixwazin keşfa xwe zû bikin û weke bersiva van êrîşan çalakiyan li dar bixin. Li ser destika biçûk em li hevalan guhdar dikin. Heya niha tiştek pir xirab nîne, tenê sîlahê giran kar dike.

10/10/2019

Binê Axê Sare Heval

Îro dîsa Edûlê barê tekoşîna xwe ya azadiyê dewrî me kir. Îro dîsa Edûlekê hesreta xwe ya azadiyê rakir û çû. Dîsa Edûlekê bi dilê xwe yê ji bo azadiyê lêdida, bi ronahiya xwe riya me ronîkir…

Erê Heval, binê axê sare lê zanibe ku bi germahiya dilê xwe ezê te germ bikim. Binê axê tenêbûn heye, lê emê bi jiyandina ruhê te derdora te şênbikin. Erê Heval çûyîna te hêviya dîtina te kir xeyal. Lê rihê te jiyankirin dibe heqîqet. Çûyîna te êşa min zêdekir, lê hêza min bilind kir… Erê Heval! tu yê her bi ruhê xwe li kêleka me, weke stêrkekê li asîmanan bibiriqî.

Ji bo Rêhevala min VEJÎN ZEGROS 10/8/2019

Xeyal Nayên Bin Ax Kirin

Xeyalê hevalên min xeyalê mine, bi xeyalê azadî û qehremantiyê re jiyankirin soza pêkanîna wan xeyalane. Barê vê rakirin pir girane, her kes nikare wî barî rabike lê belê heger yekbûna ruhî hebe, wê demê zehmetî nabe sedema westandinê, nabe sedema peskirinê. Ez jî hêza tekoşîna xwe ji we digrim rêhevalên min, lehengên welatê rojê. Hun wate û sedema jiyana minin… Bi ruhê hevalên xwe yên leheng re jiyankirin zehmetiyê wê hene, lê belê zehmetiyê wê mîna hêviyeke roja xwe ya yekem jiyan dike, mîna coşa bablîsoka ku bi baskên xwe azad dibe û di nava baxçê çîçekan de direqise.

Fedayiyên Heqîqetê…

Her roj tava me bi heqîqetvanek nû re ronî dibe… Şoreşa me bi Mazlûman destpêkir heya Viyan, Bêrîvan, Silava, Jînda, Arîn û Avesta’yan dewam kir. Wê bi hebûna me re jî, bi tekoşîna me re zaferê bi dest bixe. Ji Gulbihar, zûlkûf heya Zehra’yan her roj bi tekoşîna heqîqetê re jiyan kirin, xwedî wateyeke giranbiha ye. Evîndarê azadî û heqîqetê Rêber APO bi fikir û ramanên xwe, bi felsefeya xwe ya jiyana azad, volkana hêrsa azadiyê li ser desthilatdaran de dibarîne. Ev tekoşîn, ev bedelên giranbiha coşa me ya şer û jiyanê xurtir dike. Careke din ji me re raber dike ku; “Hêvî ji Serkeftinê bi Rûmetire”…

Gotarên Têkildar

Back to top button