Li Helebê ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ

Zelal Ax
Dema em dibêjin şerê gelê şoreşgerî, bi rengek xwezayî tê wateya tevlêbûna gel ya aktîf. Ango gel biçûk û mezinê xwe ve hemû dikevin nava vî şerî de û bi ruhê seferberiyê cihê xwe di navê de digrin. Bi vî rengî jî gel bi xwe xwe diparêze, axa xwe, taxa xwe, welatê xwe û hebûna xwe bi ti awayî radestî hêzên dijmin nake.
Di Helebê de şerê gelê şoreşgerî di sala 2011’an de bi rabûna gelan re destpê kir. Di wir de gel pir êş û zehmetî kişand û bedelên pir giranbiha dan. Şerê ku li taxa Şêx Meqsûd hate jiyankirin heta roja îro weke mînaka şerê gelê şoreşgerî tê raber kirin. Gel tevî zarokên xwe di her kuçê de, li ber her şibakê û li her malê tevlê vî şerî bûn. Tevî ku şerek giran bû, her roj û her seatê dengê topan li ser bajêr qut nedibû li şêniyên bajêr, cih û warên xwe terk nekirin. Ev sekn, nîşan dide ka gelê wir çiqasî bi axa xwe ve girêdayî ye.
Bi sedan, dayîk û bav zarokên xwe wenda kirin. Li ber çavê wan laşê zarokên wan perçe perçe bû. Bi hezaran ciwan ji dibistana xwe man, leyîstokên zarokan bi dawî bûn, cîran û mirovên hev ji hevdû dûrketin, bê cih û war man, lê dîsa jî dilê wan negirt ku terka xaka xwe bikin. Teslîmiyeta ku dihate ferz kirin qebûl nekirin. Bi vîna xwe, bi dar û berên xwe li hemberî hêzên çete, li hemberî hêzên dagirker li berxwedan.
Êrîşên giran ên ku hatin jiyankirin, hêrsa gel xurtir kir. Gelê Helebê dest bi dest bi hev re alîkariya hev kirin. Gelek rojan bê xwarin û bê Av man, heta zarakên wan jî bê xwarin dirazan û li ser dengê bombe û topan şiyar dibûn. Qîr dikirin, ditirsiyan û direvîn hembêza dayîka xwe. Her roj bi wê tirsê re jiyan dikirin.
Mînak; li Helebê em rastê dayîkên wisa hatin ku, Dayîkek seharê diçe ji derve ji bo xwarinê ji zarokên xwe re bîne, heya vedigere malê dibîne obîs li mala wan ketiye û sê zarokên wê rakirine nexweşxanê. Hersê zarok giran birîndar dibin, yek ji wan jiyana xwe ji dest dide. Her wiha di nîvê kolanê de em rastî bavekî tên ku zarokê xwe yê biçûk xistiye hembêza xwe de û li ambûlansekê digere ku wî bighîne nexweşxaneyê.
Dîsa dikarim mînakeke din bidim. Her kes baş dizane ku di nava jiyana me ya mirovan de yên herî paqij û mîna ferîşteyane, zarokin. Lê mixabin ku di welatê me de mafê zarokan hatiye tinekirin. Li Rojavayê Kurdistanê, zarokên ku hîna di jiyana xwe de tiştek nedîtibûn hatin qetilkirin. Gunehê wan çiye? Gelo!… Qêrînên wan di hindirê mirovan de kîn û hêrsa tolhildanê hîn zêdetir dike. Zarokek bi Navê Xedîce li Helebê, di temenê xwe yê 12 salî de di encama toprana hov ya çeteyan de hate qetilkirin. Dilê dayîka wê jî wekî laşê wê bû perçe perçe. Dilê dayîka wê mîna volkanekî ji kela zêde diforiya, mejiyê wê cemidî mabû, bi çavek matmayî li dora xwe meyze dikir. Xedîcê çavên xwe yên reş û belek hêdî hêdî danîn serhev û xatir ji jiyanê xwest. Ew bû kevokek û berbi asîmana ve firî, xewn û xeyalên Xedîcê jî pêra çûn asîmana.
Li bajarê li Helebê, rewş wisa bû. Ango gelek ji wan dest, ling û çavê xwe wenda dikin, gelek ji wan jiyana xwe ji dest didin. Lê ti carî nahizirin ku terka mala xwe bikin. Li her derê jiyan wisa tê bi rêxistin kirin ku her tişt li gorî şert û mercên şer tê avakirin.
Gelê li wir her kes çi ji destê wan bihata dikirin. Hemû malbat weke ku yek malbat bû bi hev re jiyan dikirin. Di milê madî û manewî de hemû gelê wir hevdû hembêz dikir, hevdû temam dikirin.
Di wan demên şerê giran de ciwanên Helebê jî bi navê YXK’ê xwe bi rêxistin kirin û dest avêtin çekê da ku gelê xwe û welatê xwe ji hêzên çete biparêzin. Gel jî li rex ciwanên xwe di çeperan de cih girtin û mil bi mil bûn parêzvanên welatê xwe. Bi hezkirineke mezin hevdû parastin, ji xwe qehremantiya mezin di wir de veşartîbû.
Bi sedan ciwan, dayîk û bavên qehreman derketin. Bûn mînaka herî mezin ya dildariya bi xakê re. Gelek ji wan heya nefesa xwe ya dawî şer kirin û gihan asta şehadetê. Li pey wan re jî bi bi dehan, bi sedan kes navê wan qehremanan rakirin û çeka wan li erdê nehiştin. Yek ji kesan hevala bi navê Engîzek bû. Heval Engîzek di şerê Helebê de rojeke sax bi tena xwe bi qehremantî li hemberî çeteyên bi navê Xalid Heyanî di bînayetekê de şer dike. Bi ruxmê ku birîndar dibe, dîsa jî dest ji çepera xwe bernade. Her wiha ji bo çete ferq nekin ku ew bi tenê di wir de şer dike, her carê diçê qateke bînayê, li wir şer dike û nahêle ku dijmin bikeve wê taxê. Bi vî rengî rojeke sax bi tena serê xwe destaneke lehengiyê dinivîsîne. Engîzek di wir de êrîşên dijmin dişkîne. Piştre jî bi rengek saxlem xwe dighîne hevalên xwe…
Ev taxên ku min mînakê wê dan, heya roja îro jî bi tena xwe nemane. Bi ruxmê ewqas êrîşên giran, bi ruxmê zorî û zehmetiyên jiyanî gelê wê heya niha jî di wan mal û taxên xwe yên nîv hilweşiyayî de dijî. Ji zarokan heya kal û pîran hemû şêniyên wan taxan bi hev re jiyaneke komînal ava kirine. Hem bi şev û roj nobedariya taxên xwe dikin û diparêzin, hem jî di nava wan şert û mercên zehmet de jiyana xwe bi rengek dilnizim didomînin.