Ji Bo Bîranîna 12 Gulîmorên Alaya Xweser a Şehîd Zîlan…

108

 

Barîn Hawar Tolhildan

Me sozek dabû rêhevalên xwe yên şehîd, soza me ew bû ku ger derbaskirineke dijminê mirovahiyê hebe jî, wê li ser cesedê me be. Em zarokên rojê xwediyên axa pîrozin. Me navê xwe kiriye Xebat û Rustem, Şîlan û Viyan… yên ku em nas nekribin bila rûpelên dîrokê vekin, bila berê xwe bidin warê şehîdan, warê leheng û egîdan. Her çendî êrîş bikin, dagir bikin û qir bikin, dîsa jî em tune nabin. Hûn axê bigrin jî ev ax we hilnagre. Ev xak xaka Rêvan û Arîn Mîrkana ye, xaka Zîn û Ronahiya ye, mîna agir germ û mîna bablîsokan serîhildêre.

Em berê xwe bidin warê Şîlanan Serêkaniyê û binêrin çendî xwedawend di asîmanên reş û tarî de stêrkên xwe geş kirine. Jinên weke Nûpelda delal, weke Ronasan çav zeytûnî û mîna Nêrgiza Botanî dil germ, mîna Ronahiya Gewda dil wêrek, Mîna Nûda û Rûheyva çeleng, Silava’ya kezî dirêj, Aryena Helebê û Temara Kobana berxwedêr, Bermala Amedê, Avaşîna Gevera serhildêr û Şîlana keça warê rumetê… Wan bi lehengiya xwe ronîkirin bajarê Serêkaniyê û fir dan ber bi azadiyê. Di payîzeke sar û zûha de pelê dara pel bi pel diweşî, dema şer û cengê bû li welatê min. Li her derê mij û dûmane, gurme gurma bombeyane. Nupelda me jî di nava vê cengê da ye, li ser eniya xwe azadî neqişandiye. Qîr dike li ser asîmanê Serêkaniyê ez Nûpelda me, keça botana berxwedêr, evîndara welatê xwe. Til helefa min derî veke hêviya te vaye tê… Nêrgiza me vaye tê. Jina leheng, Nêrgiza biharê, te bihara dilê me bi berxwedaniyê geş kir.

Bermal keça Mezopotamiya, te bi heybet, lehengî û xweşikbûna xwe, wêneyek ji wêneyên berxwedanê neqiş kir. Pênûsa min dilerize di nava destê min de li hemberî wêneyên te yên bedew. Erê Bermala me, dema te dengê nalîna welatê girt, te jî tûrikê rêwitiyê da ser pişta xwe û tu ketî rê… Tu bûyî rêhevala Arîn, Silav û Ronahî’yan. Bi sedan rêhevalên wek te ketin rê, rêya tekoşîn û berxwedaniya ji bo welat. Wê rojê bi berbanga sibehê re we strana azadiyê digot, stêrkên sibê jî bi heyranî li we tamamşe dikir. Her kolanek ji kolanên Serêkaniyê bi wêrekî û şerkeriya we re hejiya. Bi ruxmê ku tu gelek caran birîndar jî bûyî, lê te bi israr li rex me şer kir. Dema hevalan jê re gotin ‘tu yê biçî şer’ pir kêfxweş bû. Got ‘ez hîsdikim ku hemû cîhan bûye ya min’. Bi van tolhildanê heval Bermal berê xwe da eniya Cengê û û heya kêliya dawiyê jî bi rûmeteke mezin şer kir.

Keça leheng Ronas jî bi biryardarî û dilsoziya xwe bû hêvî û ronahiya jiyana me,  bi kenê wê her sibeha jiyana me ronî dibe, sozdariya wê ya ji dozê re dibe nexşerêya jiyan û têkoşîna me. Ey keça Ereb; şopdara Cemîle û Leyla Xalid’an! Şopdara Hebûn Enteriyê û Amara’yan! Tu bi berxwedaniya xwe bûyî sembola jiyana bi rûmet. Tîpên zêrîn ên berxwedana rûmetê bi lehengiya we hate nivîsandin. Bi xwîna we dara azadiyê şîn dibe.

Rêheval Silav jî mîna Nûpelda, Nêrgiz û Ronasê rêka azadiyê hilbijart û bê rawestîn her pêşde çû. Bi dilekî tije hêvî û hezkirin rêwîtiya xwe dewam dikir. Wê navê Silava li xwe kir û kembera azadiyê li bejna xwe pêçand. Tevî karwanê rêhevalan berê xwe da keleha berxwedanê, Serêkaniyê. Ji bo ku zarokên Serêkaniyê di siberojê de bi dil aramî silav bidin roja xwe ya pîroz, bi lehengiyeke mezin tevî hevrêyên xwe bi dehan êrîşên dijmin şikandin.

Tamara Kobanê şopdara Rêvan, Arîn û Barîna Keça Kobaniya berxwedêr, waneyek ji waneyên lehengiya jina Kurd nîşanî dijminê dagirker da. Avaşîn Azad Gever mîna welatê xwe, bû stargeh ji bajarê Serêkaniyê re. Li taxa Hewarna ya ku şerek giran lê qewimî heya kêliya şehadeta xwe jî hewl dida ku rêhevalên xwe yên birîndar xilas bike. Rêheval Nûda jî ku di tevlêbûna xwe de pêşenga jiyanê bû, xwe ji ti kêliyên jiyana bi rûmet mehrûm nedikir. Di her kêliyê de cihê wê, deng û rengê wê hebû. Di bajarê Serêkaniyê de, di eniyên cengê de jî heya kêliya dawî bi wêrekiyeke mezin li berxweda.

Fermandar Ronahî Gewda jî bû mînaka fermandarên ku di her cengê de, di her kêliya jiyanê de li rex şervanên xwe cih digrin. Pêşenga hevrêyên xwe, evîndara xaka welat di cihê dîrokî yê bajarê Serêkaniyê de, di navçeya navdar Til Helef de tevî şeravnên xwe, sekna bi rûmet ya berxwedêr çawa ye, nîşanê me da. Ronahî bi kenê xwe her çar demsal xweşik dikirin, xweşikbûna jiyanê nîşanê me dida. Ji ber wê em dibêjin rihet razê fermandara me, emê heya zaferê di bin fermandariya te de jiyan bikin, şer bikin û siberojên azad misoger bikin…

Keça Serêkaniyê Şîlan jî bi wî temenê xwe yê ciwan ve bû hêvî ji hemû zarokên Serêkaniyê re. Belê keça berxwedêr! dema te bihîst Serêkaniyê bangî şervanên xwe dike, te yekser berê xwe da wan axên ku rastî hovîtiyeke giran dihat. Roniya jiyanê, Şîlana çeleng! mirov nikare jiyana lehengên wekî te derbasî van rûpelên sipî bike. Dema ku hewldidim we binivsînim şanazî, hestiyarî, bêrîkirin û kêliya oxirkirinê hemû li ber çavên min zindî dibin. Dema şer destpêkir pir germ nêz bû û wiha got ‘ezê biçim Serêkaniyê û tê de şer bikim. Mirov di bajarê xwe de parastina xaka welatê xwe bike, hestek pir pîroze. Ezê jî biçim zarokên ku di komkujiyan re derbas dibin xilas bikim.

Aryen keça rojê şervana heqîqetê û delala dilê rêhevalên xwe… Te jiyana her kesî bi rûkeniya xwe şad dikir. Ji ber kenê te bi qasî welatê te xweşik û berxwedêr bû. Her kêliyeke jiyana wê bi hezkirin dagirtî bû. Ango hemû kêliyên jiyana xwe bi hevaltiyê û tekoşîna rast dihûnand û wisa di rêka berxwedanê de meşiya. Her digot, ‘Me di Efrînê de gelek hevalên hêja şehîd dane û îro jî di Serêkaniyê de em şehîdên bi nirx didin. Pêwîste em tola şehîdên xwe rabikin’. Bi saya hevalên weke rêheval Aryen hêja, şerê Rûmetê bû sembola serkeftinê.

Rûheyva dil û mejiyê me. Tu jî mîna her gulîmareke dilwêrek di şopa heqîqetê de meşiyayî.  Te jî bi beriqîna çavên xwe her dora xwe şên kir. Rûheyv bû bûka Kurdistanê û bû tirsa dilê dijminê xwe. Di dema berxwedanê de xwe kir destan û ev destana xwe di her kolana bajarê Serêkaniyê de neqişand.

Belê keleha berxwedanê Waşokanî! Te şahidî ji gelek lehengên weke Rûheyv, Ronahî, Nêrgiz, Dilvîn û Nûhalan re kir. Îro dengê Demhatê Girêsipî, Savûşka’ya çalakvan û Firatê Serêkaniyê di kolanên te de deng vedidin. Ji ber wê ye ku bi ruxmê dagirkeriya giran tu her bi serbilindî û şanazî têyî bibîr anîn. Wê demê bila Egîd û Gulîmorên ku di oxira te de canê xwe kirin feda jî rihet razên, ji ber tekoşîna ji bo azadiyê wê qet û qet raneweste û azadî wê teqez ya mirovên azadîxwaz be. Azadî wê ya Serêkaniyê, Girê Sipî û hemû Kurdistanê be.

Navenda Ragihandina YPJ