Rustemê Biçûk Xwediyê Eşqa Mezin!
Ka bêje û bila dengê te bighêje her mirovekê
Ka kî dikare weke te bi eşqeke mezin, di binê zinaran de azadiyê bibîne
Kî dikare ji bo azadiyê canê xwe bike feda û kî dikare wêrekiya te ragre
Yên dikarin di lûtkeya zinarên herî bilind de Azadiyê bibînin
Ew dikarin mîna Bêrîtanan û mîna te bibin perî
Encax yên ku dilgermiya jiyana azad bijîn dikarin weke te bin
Te di rêya Bêrîtan’an de rihê Rustem’an ava kir
Te rihê milîtaniyeke ku zinaran ji xwe re nizim dibîne afrand
Erê Rustemê Cûdî!
Te di nava dilê xwe de quntarên çiyayên Heftanînê rakir
Gera te ya li azadiyê lêgerînvanan li pey xwe dihêle
Lêgerînvan li rêya te digerin
Li azadiyê, li rûmetê diğerin…
Ji bo bîranîna Rustem Cûdî yê ku di Cenga Heftanînê de li berxwe dide û ji bo ku nekeve destê dijminê dagirker xwe ji zinaran davêje û rihê rêheval Bêrîtan nûjen dike… Bi berxwedana xwe azadiyê hembêz dike, ji hevalên xwe re dibe navnîşana têkoşîn û azadiyê…
Sema Şoreş
Navenda Ragihandina YPJ