Helbest
Hestên Bê Nav…

Bê navin hemû hest
nikarin li wan bikin navekî ji xwe
Ji xwe nikarin bilêv jî bikin
Nayên jimarê jî
nayên ser zimên
Nexasim nivîsandina wan …
Panzdehê Sibatekê bi çend hevokan
Heştê Adarekê bi çend peyvokan wê bên ziman
Newrozekê …
Û bêguman nahedinê jî
bi bêdengiya dil
Wek qêrîneke ji dîrokê belav dike xwe li çiyan
Xwe li azman
Li nava behran
Di serkê fîşekê de
Di laşekî bi xemla ji êgir
Bi şewqa şewata laşê Mazlûm
Laşê Bêrîvan
Û her wekî wan
Bi sedan
Na wela nayên ziman!
Bera her tişt bisekinê
Bera biştexlin ev ezman
Bera biştexlin çiya
bera demsal biherikin nava dilê dîrokê
ger kesek neaxive jî ew ê zanibe ji xwe her tiştî…
Ji pênûsa şervanên YPJ