Eşqa ku hatiye nivîsandinim.
Dibim dîrok û diherikim
Şehîdim ez…
Bi xwîna xwe ji nûde dinivîsînim dîrokê
Ji bona tolhildana zarokên ku çavên wan bi hêsiran ve tijî têdikoşim
Bi hêrsa tolhildanê ya dilê dayîkan
Li Kobanê dibim dîrok.
Gel dibin yek li ser şopa min.
Keç û xort mil didin hev,
Bang dikin tolhildan, tolhildan,
Li ser vê axa pîroz cihê gavên min dibin şop.
Her şopek dibe tirseke mezin di dilê neyaran de.
Min xwîn rijand li ser vê xakê
Şehîdim ez şehîd…
Di şopa Arîn û Zîlanan de dibim evîndara welat
Di nava ala rengîn de bedena min ya perçebûyî tê xemilandin.
Serbilind im ez, ji ber ku ez şehîd im.
Çavên min vekirî naçin
Ji ber ku ez bi baweriya; wê tola min were hildan
Bêdeng û hin caran jî bêdem diçim.
Lê ez serbilindim.
Ji ber ku ez şehîdim…
Ş. Bêrîvan Agir










