Çavên ku bi bedewiya welat ve dibiriqin

8

Di her kişandina hênaseyekê de bedewbûna welatê min cardin rih dide hemû rûhberan û jiyan li ser axa wî welatî xwe bi wate dike. Ji lewra her zarokekî ku li ser vê axê çavên xwe li jiyanê vedike, bi hêviya pêşerojeke azad berê xwe dide nava refên azadiyê. Ew canên delal esîrê bedewiya welatê xwe ne û di oxira bedewiyên welatê xwe de canê xwe feda dikin. Jinên leheng yên weke Jiyan,Roj û Barîn bi vîn û tekoşîna xwe mohra xwe li dîroka mirovahiyê dan. Jinên leheng axa welatê xwe ji hemû qirêjiyên serdemê parastin û di kêlîyên herî azwer de bûne çirûskên hêvîyê.

“Sozdarên Welat in Jiyan, Roj û Barîn”

Dîroka ku serpêhatiya van lehengan nenivîsanê, wê ji heqîqeta hebûnê bêpar bimîne. Ji ber ku dîrok bîra civakan e. Ji lewra ji bo vegotina serpêhatiyên pêşengên jin, divê bîra xwe herdem  bi heqîqeta ku van qehremanan jiyaye re nûjen bike. Jinên ku mohra xwe li dîroka mirovahî xistin, bi rojan di qadên cengê de tekoşîn kirin û di kêliyên herî zehmet de bûn find û hemû taritî ronî kirin. Rojavayê Kurdistanê ku bi salane şahidîya lehengên weke Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr û Barînan dike wê herdem keda wan qehremanan di bîra civaka bakûr-rojhilatê Sûrî û tevahî civakên azadîxwaz de weke kêliyên kêliyên nemir bijî.

Jiyan, Ya Ku Jîn Da Welatê Xwe..

Têkoşer û fermandara rojên giran Jiyan Tolhildan, bi nasnav Selwa Yusif, di sala 1980’an de li Efrîna ku bi bedewiya çiya û deştên xwe tê nasîn, çavên xwe li jiyanê vedike. )Selwa Yusif( Jiyan Tolhildan di nava malbateke ku dilsozên nirxên manewî yên şehîdane de mezin dibe û bi wê rih û germahiya malbatê a li hemberî rêxistin û şoreşê, teşeya rast a welatparêziya jin digre. Fermandar Jiyan li hemberî polîtîkayên rejîma Baas a ku qirkirina gelê kurd dike armanc, dibe xwedî lêgerîn, serî tewandinê, bi biryardariyeke xurt li hemberî feraseta dijmin disekine û di ji bo tekoşîna xwe bilind bike di sala 1999’an de di pêvajoya girtina Rêbera Apo de tevlî nava tevgera azadiyê dibe. Ji çiyayên Kurdistanê heya Rojava Jiyan Tolhildan kedeke bê hempa dide û dibe rêwiya çeperên herî zor û zehmet. Di hemû pêngavên li dijî DAIŞ’ê de cihê xwe digre û ji bo vegera gelê xwe a li ser axa welat  têdikoşe. Di jiyana xwe ye şoreşgerî de him heval bû û him jî fermandar bû.  Ji lewra di dilê her kesên ku ew naskiriye de şopeke naye winda kirin, hêlişt. Di sala 2022’an de Jiyan Tolhildan û her du hevreyên wê Roj û Barîn dema ji komcîvina bi navê forma jin dizivirîn,  li ser riya Bajarê Qamişlo ji aliyê balafirên bê mirov yên dewleta Tirk a dagirker ve hatin hedef girtin.

Roja Ji bo Azadiyê Hil Bû

Rûkena hemdem û fermandara dilnizim Roj Xabûr, bi nasnav Ciwana Hiso di sala 1992’an li Dirbêsiyê ji dayik dibe û di nava malbatekê xwedî nirxên çanda welatperweriyê de mezin dibe. Welatperweriya malbatê dibe sedem ku Roj Xabûr ji zarokatiya xwe da tevgera azadiyê nas bike. )Ciwana Hiso( Roj Xabûr di sala 2010’an bi armanca di nava refên azadiyê de bibe tekoşereke pêşeng, biryara xwe ye tevlîbûnê dide. Weke jineke ku li ser vê axê dijî di nava şoreşa Rojava de cih girtinê ji bo xwe weke erkekî dibîne. Li seranserê Rojava ji destpêka avakirina YPJ’ê heta asta profesyonel bûna YPJ’ê cihê xwe di nava yekîneyên parastinê de girt. Bi taybetî ji bo danasîna fikrê yekîneyên parastina jinê  roleke diyarker leyîst. Roj Xabûr her dem lêgera xwe ye jiyana azad bi evîneke mezin domand, hertim di hewldana naskirina birdoziya rizgarkiriya jinê jiyana xwe bi wate kir. Şehîd Roj Xabûr wiha digot: “partî mîna deryayeke bê dawiyê û tiştê ku em dizanin di nava vê deryayê de nabe dilopeke jî” li ser wê esasî hertim di nava lêgerînan dabû. Berpirsyartiya li hemberî nirxê herî pîroz yanî hevaltiya nava refên azadiyê de jî taybetmendiya herî diyarker a Şehît Roj bû.  Ji ber wê jî hemû zanîn û ezmûnên xwe bi riya perwerdeyan bi hawirdora xwe re parve dikir. Weke Rêber Apo jî dibêje“Encax Jineke bi rêxistinkirî dikare civakekî  bi rêxistin bike“ hemû jiyan û serpêhatiya  şehîd Roj Xabûr jî ji bo rêxistin kirina gelê xwe kedeke bê eman dayinê re gêhîşt wate xwe ye rasteqîn.

Dildara Azadiyê Barîn Botan

Şervana dilsoz û dilpak Barîn Botan bi nasnav Ruha Beşar di sala 2001’an li bajarê Efrînê çavên xwe li jiyanê vedike û di nava malbatekê welatparêz de mezin dibe. Di sala 2018‘an de dewleta tirk û çeteyên wê bi awayekî hovane êrîşê Efrînê kir û  komkujiyên mezin pêkanî. Lê kesayetên mîna Barîn xwedî li rûmeta xwe derketin û beramberî vê dagirkeriyê biryara tekoşîna xwe bilind kirinê dan. Ji bo vê jî Barîn soza tolhildana zarokên welatê xwe da û bi wê kîn û hêrsa xwe a li hemberî dijminê xwînmij, tevlî nava Yekîneyên Parastina Jin bû. Jiyan û kesayeta Barîn Botan jî mîna bedewiya xwezayê saf û dirûst bû. Taybetmendiyên xwe ji navê xwe girtibû, mîna dilopên baranê li kuderê bikevê zindî dikir. Barîn bi pakbûn û dirûstbûna rihê xwe cihê xwe di dilê hevreyên xwe de çêkiribû. Ji bo Şehîd Barîn pirsa ku “Divê çawa bê jiyîn“ bi xwendina pirtûkên Rêbertî re bersiva xwe ditî bû. Xwe di aliyê îdeolojîk ve pêşxistibû û di heman demê de jî, di warê leşkerî de jî xwe gihandibû astekê.

Jiyan, Roj û Barîn bi jiyan û tekoşîna xwe bûn remza jiyana azad.