Home 2026 Militan Efrîn Têkoşîn Û Berxwedana 15 Salan A YPJ’ê Dinirxîne.

Militan Efrîn Têkoşîn Û Berxwedana 15 Salan A YPJ’ê Dinirxîne.

20

Yek ji Fermandara YPJ’ê Milîtan Efrîn li ser têkoşîn û berxwedana 15 salan a ku YPJ’ê daye meşandin nirxandin kir û wiha anî ziman: ‘Avakirina YPJ’ê li ser mîrasekê hatiye avakirin. Xwe bi rêxistinkirina YPJ’ê li ser hinek bingehane. Jin bê parastin nabe, ger parastineke jinê hebe ew jî wê hêza jin, yekîtiya jin, nasnameya jin bi xwe be. Hêza jin ya parastinê dibe garatiya jinê bixwe.

Fermandara YPJ’ê Milîtan Efrîn di nirxandinên xwe de behsa bedelên ku jinê daye kir û wiha anî ziman: ‘Bedelên ku jinê daye mirov nikare normal bigre dest. Sîstema ku tê ferzkirin kirin, sîstemeke pir desthilatdare. Di nava van 15 salan de YPJ’ê xwe bi rêxistinkiriye û roj bi roj xwe mezin kiriye.

Milîtan Efrîn di berdewamiya nirxandinên xwe de behsa destkeftiyên YPJ’ê kir û wiha anî ziman: ‘Di vê pêvajoyê de gelek destkeftiyên me çêbûn. Ev destkeftî ne tene li Rojava li tevahî welat hat belavkirin. Niha YPJ di nava cîhanê de bi nav û denge. YPJ’ê bi keda xwe, bi îdeolojiya xwe û bi helwesta xwe bala cîhanê kişand ser xwe û ev jî bi keda xwe avakir.