Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo li goristana Şehîd Delîl Sarûxan şehîdên xwe oxir kirin.

7

Îro bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyên şehîdên xwe yên bi rûmet li goristana şehîd Delîl Sarûxan oxir kirin. Merasîm bi deqeyek rêzgirtina li ser rihê şehîdan şûnde li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan her wiha li ser navê Yekîneyên Parastina Gel û Hêzên Sûriyeya Demokratîk axaftin hatin kirin. Di axaftina Hêzên Sûriya Demokratîk de li ser rola şehîdên nemir ku cihê xwe di hemû pêngavên rizgarkirina herêmên Rojava de girtine, hate kirin. Her çar dildarên azadiyê jî ji destpêka şoreşa heta nefesa xwe ya dawî jî tevlî bi şoreşa azadiyê re bûn yek û pêre herikîn. Her wiha behsa hewldanên wan lehengên ku beriya şehadeta xwe çendîn caran di şer de birîndar bûne, hatin kirin û heta dilopa xwîna xwe ya dawî yek gav jî ji armancên xwe paşve nedan. Di dawî de nasnameya her çar şehîdan hat xwendin û her wiha ji bo definkirina wan cenazeyên nemirên azadiyê di nava slogan û tilîliyan de radestî malbatên wan hatin kirin.

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Jin.