Şêniyên bajarê Hesekê şehîd Adar Cûdî û şehîd Salih Silêman El-Ewed li goristana şehîd Dijwar spartin axê. Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyana pak a şehîdan dest pê kir û piştre Meclîsa Malbatên Şehîdan axivî û biryardarî, berxwedan û îradeya şopandina rêya şehîdan hate dayîn. ji bo berdewamkirina têkoşînê û bilindkirina asta wê heta dawiyê hatin destgirtin. Liser navê Yekîneyên Parastina Jin Vian Welat axivî û sersaxî ji malbatên her du şehîdan Adar Cûdî û Salih Silêman El-Ewed re xwest, ku tevlî tevgera azadiyê bibû û di oxira azadiya gelê xwe de şehîd bû. Li çiyayên Kurdistanê bi qehremaniyeke mezin li dijî artêşa Tirk a dagirker şer kir û got, “Rêheval Şoreş di sala 2018’an de tevlî Tevgera Azadiyê bû û heta dilopa xwîna xwe ya paqij a dawî ji bo azadiya gelê xwe kedeke mezin da. fermandar Viyan Welat her wiha di axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker û êrîşên wê yên li dijî gelê me yê bi ewle li Rojava û gerîlayên ku ji bo azadiya gelê xwe li çiyayan şer dikin. ji bo xebat û tekoşîna Adar Cûdî got, “Şehîd Adar di sala 2013’an de tevlî bû, ji tevlîbûna xwe heta şehadeta xwe kedeke mezin da û bêyî ku gavekê jî ji erkên xwe yên li hemberî gelê xwe û welatê xwe paşve biavêje, rêya azadiyê hilbijart heta dighîje asta şehadetê.”
Di dawiya axaftina xwe de li ser navê Yekîneyên Parastina Jin soza şopandina rêya şehîdên qehreman ên ku ji bo pêkanîna hêvî û armancên xwe canê xwe feda kirine, da.
Di dawiyê de gel şehîdên xwe di nava tilîlî û siloganande de şehîdê xwe spartin axê.
Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Jin










