Di saet 06.30’an de Meclîsa Leşkerî ya bajarokê Til Temirê êrîşeke çeteyên artêşa Tirk a dagirker a li ser gundê Til Tewîl ê girêdayî bajaroka Til Temirê pûç kir. Cihê ku meclîsa leşkerî bi qehremaniyeke mezin bi wan re rû bi rû ma. Di encamê de di navbera hêzên meclisa leşkerî û çeteyên artêşa Tirk a dagirker de şerên dijwar qewimîn. Di dema hewldana çeteyan a kontrolkirina gundê Til Tewîl de, Meclîsa Leşkerî ya Tel Temrê tedbîrên bi bandor li dijî van çeteyan girtin. Di encama çalakiyê de 12 çete hatin kuştin û 40 çete jî birîndar bûn û hin cenazeyên çeteyan jî ketin destê hêzên Meclîsa Leşkerî ya bajaroka Tel Temrê.
Hêjayî bibîrxistinê ye êrîşa ku di 9/3/2023’an de di saetên sibehê de ji aliyê çeteyên artêşa Tirk a dagirker ve pêk hat ku van çeteyan dixwestin bajarokê Til Temirê di bin rêveberiya dewleta Tirk a dagirker de dagir bikin. Lewma Meclîsa Leşkerî ya Til Temirê li hemberî ew erîşa ku pêk hatiya bersivdayîna wan a çalakiya sîlahê giran bû. Mirov dikare bejê niha jî gundê Til Tewîl di bin vênerina şervanên Meclîsa Leşkerî ya bajarokê Til Temir de ye û bi giştî jî rewş aram e.
Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Jin
![Çalakiya til temir bi logo.mp4_snapshot_00.14_[2023.09.03_22.05.42]](https://ypjrojava.net/wp-content/uploads/2023/09/Calakiya-til-temir-bi-logo.mp4_snapshot_00.14_2023.09.03_22.05.42.jpg)







