Şeniyên Dêrazorê: ‘QSD Zarokên Me Ne’

4

‘Operasyona Xurtkirina Ewlehiyê’ di roja xwe ye 9’an de didome. Şêniyên Dêrazorê dibêjin; QSD hêza me ye, emê her dem li gel QSD’ê bin.”

Şêniyên Dêrazorê piştevaniya xwe ji bo ‘Operasyona Xurtkirina Ewlehiyê’ didin nişandan. Operasyona ku ev 9 rojin  bi avayekî rêk û pêk didome, şêniyên Dêrazorê diyar dikin ku di navbera Kurd û Ereban de tu cudahî nîne û QSD’ê  hêza gelê herêmê tevahiye.

Ji şêniyên gundê navçeya Ezbê a Rojhilatê Dêrazorê Emîra Xelef di derbarê ‘Operasyona Xurtkirina Ewlehiyê’ de wiha got: “Em weke şêniyên herêma Dêrazorê li pişta hêza xwe yanî Hêza Sûriya Demokratîk in. Weke gelê Ereb û Kurd, em yek in û emê bi yekîtiya xwe herêmên xwe biparêzin. Em naxwazin ji ber van komên çete dest ji cih û warên xwe berdin, em heta dawiyê li gel QSD’ê ne. Em dixwazin QSD her dem bi me re be.”

Ji şêniyên gundê Cidêdat Egîdat yê bi navê Ubed Bile El Nasir ê ku ji eşîra El Bikeyir e, di heman demê de du zarokên wî jî di nava refên QSD’ê  dane wiha dibêje: “Du zarokên min di nava QSD’ê dane. Gundê me û gundên derdora me tevahî piştgiriya QSD’ê dikin. Di her malekî de 3-4 kes di nava QSD’ê de cihê digrin. QSD hêza me ye, gelê herêmê temsil dike yanî QSD em bi xwe ne. Di navbera Kurd û Ereban da tu cudahî nîne û weke gelê Ereb û Kurd em bi hevdû re di nava QSD’ê de cihê xwe digrin.”

Li hemberî kiryarên ku dijî berjewendiya herêmê tê meşandin jî El Nasir bang kir ku ciwan tevlî nava refên QSD’ê dibin û  diyar kir ku kesên xêrnexwaz û şaneyên DAIŞ’ê bi van kiryarên xwe yên qirêj dixwazin gelê herêmê ji hevdû dûrbixin û welat  parçe bikin. Pêwîste em weke gelê herêmê  neyên van lêyistokan û heta dawiyê li kêleka zarokê xwe (QSD) bin.

Navenda Ragihandina YPJ’ê