Ji Tevahî Gelê Me Yê Berxwedêr û Raya Giştî re
Di serî de em li Rêber Abdullah Ocelan û Şehîdên azadiyê û hemû gelê xwe yê qehreman û hevrêyên xwe li hemû meydanan bi boneya salvegera rizgarkirina bajarê Kobanê bi berxwedana xwe ya dîrokî ji rêxistina terorê a Daiş û dewleta dagirker a Tirk pîroz dikin.
Di vê roja bîst û şeşan a Çileya 2015an de, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û YPJê bi serbilindî rizgarkirina bajarê Kobanê ji rêxistina Daişê ya terorîst ragihand ku rêxistina terorîst a herî xeternak di cîhanê de ye, Ew berxwedana bi qehremanî ya ku şervanên azadiyê bi hemû israr û îradeyeke xurt nîşan dan ku şikandin ne pêkan e û bi wan prensîb û armancên mezin ên pêşeng û têkoşeran û hemû gelê me çi li eniyên pêş û li eniyên paş û li seranserî cîhanê wêneyê coş, wêrekî û welatparêziyê zelal bû, heta ku li hemû cîhanê diyar bû 134 Roj bi Berxwedaniya pêşengiya jinê û helwestên qehremantî herî zêde taybetmendiya serkeftina berxwedana Kobanê bû.Ev îrade di çalakiyên qehremaniyê de ku Yekîneyên Parastina Jin ypj bi dest xistin, mîna “Arîn Mîrkanan” bi wê çalakiya xwe ya fedayiyane ku girê Meşta Nûr şahidî jê re kir û her wiha hevrêyên mîna Rêvan Kobanê, Jiyan Dara, Zozan Kobanê û Viyan Wan û dayikên ku tevahiya şevê li ber xwe dan û bi hemû hêza xwe tevlî wî şerî bûn. Gelek hevrêyên li qadên şer, rihekî fedayî pir mezin nîşan dan û bi xwîna xwe axa welat avdan û gihan asta Şehadetê, mîna Heval Masîro, Gelhat, Şiyar, Herdem û Welat Efrîn.
Bi boneya vê roja dîrokî ya mezin em li rêber Abdullah Ocalan, şehîdên azadiyê, jinên têkoşer ku Yekîneyên Parastina Jin nûnertiya wê dike, pîroz dikin. û em dibêjin ku fedekariyên ku ji bo rizgarkirina Kobanê hatine dayîn bûne bingeheke xurt ji bo rizgarkirina her bihostek xaka me ji dagirkiriyê, ji ber ku ev serkeftin bû sîleyek xurt li ser rûyê faşîst Erdogan (Daiş ê ku maskeya serok komariyê li xwe kiriye û li ser textê Împaratoriya Osmanî ya demê rûdine), em dîsa dibêjin qehremantiya Şehîd û Rêhevalên me û Gelê me yên Kobanê meşeleya ku rêya têkoşîna me li hemû qadan ronî dikê ye û em soz didin ku em ê rastiya berxwedanê nîşan bidin,û Têkoşîna ku ji aliyê her welatparêzekî azadîxwaz ve di hemû forûmên navneteweyî de biteyisînin.
Navenda Ragihandina YPJ
26/1/2024









