Avesta Xabûr bi ruhê xwe yê fedayi li ser berxwedana dîrokî ya Efrînê bi bêdengî

8

Avesta Xabûr bi ruhê xwe yê fedayi li ser berxwedana dîrokî ya Efrînê bi bêdengî

Bi boneya salvegera şehadeta jina fedayî Avesta Xabur di 27/1 /2018’an de em bejna xwe li ber giyanê hemû şehîdên azadiyê ditewînin û dibêjin ku berxwedanên ku hevalên me yên qehreman nîşan dane li ser dara dîrokê hatine nivîsandin û bi hevrebûna bi tovên  axa Efrînê re bûne yek. Heta ku nifşên bi çîrokên van lehengan re mezin dibin, ala berxwedanê wê ji asîmanê bajarê zeytûnan nekeve. Avesta Xabûr careke din bi fedekarî,  hezkirina xwe ji bo gel û welatê xwe pişterast kir ku jin li hemberî dagirkeriyê bi biryar in û  ji pêkanîna armancên xwe paşde na vegerin, ji ber vê yekê îsbat kir ku hêza jinan û girêdana wan a kûr bi hemû nirxên xwe yên netewî û rihê wan ê şoreşê re wan dike xwedî îrade ku karibe dijminê dagirker bişkîne, çi qasî hêzdar be jî.
Bi vê salvgerê re em ji hemû malbatên şehîdên xwe yên Qehreman re ser saxî dixwazin û soz didin ku em ê tola xwîna wan  hilînin, armancên wan bi cih bînin,u rêya wan bişopînin û tiştên ku di şer û jiyanê de ava kirine em ê b pêkbînin. Heta ku ewladên mîna Avesta Xabûr,Îlan û Barîn Kobanê û gelek rêhevalên me yên qehreman ku li hemberî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê têkoşînek bê hempa dan meşandin
Avsta Xabûr sembola jina Fedayî ya azad e

Navenda Ragihandina YPJ