DîmenNûçeWêne

Gelê Qamîşlo Şehîd Narvîn Ber bi Bêdawîtiyê Oxirkirin.

Gelê Qamîşlo Şehîd Narvîn Ber bi Bêdawîtiyê Oxirkirin

Îro siharê merasîma Şehîd Narvîn Hogir bi beşdariyeke bi heybet ya gelê Qamişlo li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saruxan hate pêk anîn.

Şehîd Narvîn Hogir ku du 22’ê Nîsanê di encama qezaya seyareyê de şehîd bû, bi merasîmeke berfireh ya ku endamên malbatê, gelê Qamîşlo û rêhevalên wê yên dozê beşdar bûn, spartin axê. Di merasîmê de ji bo şehîdên şoreşê deqîqeyekê rêz hate girtin û paşê bi ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Necah Gulo axaftinek kir. Necah Gulo li ser girîngî û wateya şehadetê axivî û da diyarkirin ku “Şehîd Narvîn Hogir tevlî şoreşa azadiyê bû. Ji destpêkê ve girêdayî fikir û felsefeya Rêber Apo jiya û li ser şopa şehîdan meşa xwe ya ber bi ronahiya azadiyê ve gihand lûtkeyê.”

Di merasîmê de bavê Ş.Narvîn Hogir Mihemed Sirac jî axivî û da zanîn ku ew bi şehadeta Narvîn serbilind in û dê dest ji doza wan ya pak bernedin. Piştî ku axaftin bi dawî bûn, bawernameya şehadetê ji malbata şehîd re hate dayîn.

Şehîd Narvîn Hogir bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” ber bi rêwîstiya xwe ya bêdawî ve hate oxirkirin.

Navenda Ragihandina YPJ

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Van jî kontrol bike
Close
Back to top button