DaxuyanîNûçeWêne

Şehîd Roniya Tim Geş ya Azadiyê Ne

Şehîd Roniya Tim Geş ya Azadiyê Ne

Di Roja Cejna Şehîdan de, di salvegera 7’an ya şehîdên Qereçoxê de hemû şehîdên şoreşa azadiyê bi rêzdarî û minet bi bîr tînin. Wek ku Rêber Apo diyar dike “Şehîd xwediyê rasteqîn yên vê têkoşînê ne”. Yên ku rêya me ronî dikin, yên siberoja vî welatî bi xwîna xwe ya pîroz av didin, nirxên herî pîroz şehîdên me ne.

Di dîroka 25’ê Nîsana sala 2017’an dewleta Tirk a dagirker û faşîst bi êrîşeke hewayî lûkteya Qereçoxê ya girêdayî bajarê Dêrikê hedef kir. Di encama vê êrîşê de 20 rêhevalên me yên qehreman ku beşeke ji wan endamên ragihandinê bûn, gihîştin şehadetê. Em di kesayeta rêheval Şîlan Botan, Heqî Bagok û Rêvan Gênco de hemû cangoriyên vê êrîşê bi bîr tînin. Bejna xwe li ber wan ditewînin.

Ev êrîş jî yek ji wan êrîşan bû ku îmhakirina gelan û tunekirina şoreşa azadiyê armanc dikir. Her wiha dijminahiya li hember hizir û hişmendiya demokrasî û azadiyê ye. Lê di encama ked û berxwedana şehîdan de, herwiha bi têkoşîna bêmînak ya şervan û gelê me re bersiveke pir xurt ji êrîşên qirkeriya Tirkiyê re tê dayîn. Ruxmî hemû êrîş û hovîtiya dijmin jî, gel û şervanên azadiyê ji her demekê bêtir bi yekgirtî û mil bi milê hev têkoşînê mezin dikin.

Di Roja Cejna Şehîdan de, em diyar dikin ku tolhildana her şehîdekê erka me ya sereke ye, emê li ser xeta wan ya azadiyê bi dildarî û vînekî xurt bibin şopdarên xeyalên wan.

Navenda Ragihandina YPJ

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Van jî kontrol bike
Close
Back to top button