DîmenNûçeWêne

Şehîdên Qereçoxê bi merasîmekê hatin bîranîn

Şehîdên Qereçoxê bi merasîmekê hatin bîranîn

Ji bo şehîdên Qereçoxê ku di êrîşa hewayî ya dewleta faşîst û qirker ya Tirk di 25’ê Nîsana 2017 de şehîd bûn, îro siharê li çiyayê Qereçoxê merasîmeke bîranînê hate çêkirin. Di merasîmê de malbatên şehîdan û gelê Herêma Cizîrê, şervanên YPJ-YPG û QSD’ê, herwiha nûnerên sazî û rêxistinan jî beşdarî kirin.

Di merasîmê de ji bo şehîdên Qereçoxê rêz hate girtin û axaftin hatin kirin. Berdevka Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Rusken Mihemed û Endama Meclîsa Malbata Şehîdan Hêvî Seydo axivîn û da zanîn ku rêhevalên şehîd nirxên herî pîroz in.

Ruksen Mihemed diyar kir ku “Di 7’emîn salvegera êrîşa Qereçoxê de, em hemû şehîdên xwe bi bîr tînin. Şehîdên Qereçox û hemû hevalên ku di vê têkoşînê de gihîştin asta şahadetê, ji bo me nirxên pîroz in û dîrok in. Ji bo me çanda berxwedanê û çanda tekoşînê mezin kirin. Ji bo gelê xwe her kêlî di nav tekoşînê da bûn, her gav ji bo parastina gelê xwe, ji bo parastina netewa demokratîk û biratiya gelan, ji bo serxistina şoreşa jin di nav tekoşîn û berxwedanê de bûn. Di kesayeta van hevalên şehîd da em hemû şehîdên şoreşa azadîyê bi bîr tînin”

Hêvî Seydo jî diyar kir ku dê li ser şopa şehîdan têkoşîna xwe bilintir bikin.

Merasîm bi dirûşmeya “Şehîd Namirin” û xwendina sirûda ‘Çerxa Şoreşê’ bi dawî bû.

Navenda Ragihandina YPJ

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Van jî kontrol bike
Close
Back to top button