Home Dîmen Şehîd Zozan Hesekê Bi Merasîmeke Girseyî Hat Oxirkirin

Şehîd Zozan Hesekê Bi Merasîmeke Girseyî Hat Oxirkirin

118

Şehîd Zozan Hesekê Bi Merasîmeke Girseyî Hat Oxirkirin

Fermandara YPJ’ê Zozan Hesekê ku di 2-4 2024’an de şehîd bibû, , îro bi merasîmeke bi heybet li pakrewangeha şehîd Dijwar ya bajarê Hesekê hate oxir kirin. Merasîm bi tevlîbûna girseyeke mezin ya gel, rêveberiya xweser, qada civakî, meclisa malbatên şehîdan û qada leşgerî ve hat li darxistin û bi deqeyeke rêzgirtina li ser rihê şehîdan merasîma leşgerî hat despêkirin, her wiha ji bo bîranîna Şehîd Zozan fermandara yekîneyên YPJ’ê Rohlat Efrîn di merasîmê de axivî û got: “ Rêheval Zozan, di rêwîtiya xwe ya têkoşînê de bi kedkarî û fedekariya xwe ya bê hempa dihate nasîn. Li gelek çeperên berxwedan û serkeftinê bû pêşeng û bi rihekî APO’yî tol ji dijmin rakir. Di jiyanê de xwe bi felsefeya Rêber APO sitrabû û bibû rêwiyeke heqîqetê. ” Fermandara YPJ’ê di dawiya axaftina xwe de jî wiha got: “ Em weke rêhevalên heval Zozan, xwe deyndarê keda şehîdan dibînin li ser vî bingehî jî emê heta serkeftin û tol rakirina şehîdan şopdarên doz û riya şehîdên xwebin”. Her wiha li ser navê Kongra Star’ê Laleşîn berfîn jî destnîşankır ku “ Rêhevala me Zozan, îro xwedî li mîrateya malbata xwe ya xwedî gelek şehîd derdikeve. Rêheval Zozan, di gelek pêngavên rizgarkirinê de cihê xwe girt û serkeftin misoger kir. Îro kesên çete û noker tîfaq û bazaran li ser xwîna şehîdên me dikin, emê jî bi şopdarî û bi xwedî li şehîdên xwe derketinê rê li van kesan bigrin. Em bi şehadetan tune nabin, şehadet me xurt dike û me pêşde dibin”. Di dawiya merasîmê de bawernameya şehîd hate xwendin û teslîmî malbatba wê hate kirin. Bi silogana “Bê serok jiyan nabe, Şehîd namirin” şehîd Zozan li ser milê gel û rêhevalên xwe hate hoxir kirin.

Navenda Ragihandina YPJ