DîmenGotarWêne

Ruksen Mihemed: ‘Yên Ku Denîz Gezmîş Qetil Kirin Rêber Apo Jî Hedef Girtin’

 

Ruksen Mihemed: ‘Yên Ku Denîz Gezmîş Qetil Kirin Rêber Apo Jî Hedef Girtin’

Di 6’ê gulana sala 1996’an de hedefgirtina Rêber Apo, ne tenê bi destê dewleta Tirk pêk hat, di nav vê planê de NATO û gelek hêzên herêmî cihê xwe girtin. Bê guman yek ji pêngavên esasî yê şerê li dijî Rojhilata Navîn şerê Kendavê bû. Ji bo ku serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn bidin avakirin, wek lingê vî şerî yê duyemîn jî êrîşa 6’ê gulanê li dijî Rêber Apo pêk hat. Di esas de hedef dikirin ku dîroka resen, çand û heqîqta Rojhilata Navîn bi hemû dewlemendiya wê ve dagir bikin. Herwiha bi vê yekê xwestin yekîtiya di navbera netew û gelên cuda cuda yên Rojhilata Navîn wek Kurd, Ereb, Ermen û Suryan asteng bikin. Ji ber ku ramanên demokratîk yekîtiya di navbera gelan de pêş dixîne, lewre hêzên hegemon vê yekê ji bo xwe xeteriyeke herî mezin dibînin. Rêber Apo jî bi fikir û ramanên xwe yên demokratîk ji ber ku li dijî sîstema kapîtalîst sîstema alternatîf pêş dixist, hêzên hegemon bi hemû hêza xwe ve xwestin pêşiya Wî bigirin.

Planên bi vî rengî ji dîrokê qut nayêne destgirtin. Di 6’ê gulana sala 1916’an de 21 rewşenbîrên Ereb li Şam û Beyrûdê hatin darvekirin, di 6’ê gulana sala 1972’an jî Denîz Gezmîş, Huseyin Înan û Yusuf Aslan birin ber sêdareyê. Êrîşa li dijî Rêber Apo jî di heman dîrokê de pêk anîn. Ev jî dide diyarkirin ku dîroka êrîşa li dijî Rêbertî bi taybet hatiye hilbijratin û pê re peyam têne dayîn. Yên ku Denîz Gezmîş û hevrêyên wî qetil kirin, heman sîstm e ku Rêber Apo jî hedef girtin.

Denîz Gezmîş û hevrêyên wî beriya biçin ber sêdareyê biratiya gelê Kurd û Tirk anîn ziman. Jixwe Rêbertî jî têkoşîna xwe wek mîrateya vê berxwedaniyê destnîşan dike. Rêber Apo bi israra xwe ya di sosyalîzmê de û bi têkoşîna xwe ya salan mîrateya ku Denîzan li pey xwe hişt her û her domand û bi berxwedaniya xwe ya li dijî vê sîstemê ev ruh gurtir û mezintir kir.

 

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Van jî kontrol bike
Close
Back to top button