NûçeWêne

Dewreya Operasyonê ya Şehîd Canda Cûdî Bi Serketî Bi Encam bû

Dewreya Operasyonê ya Şehîd Canda Cûdî Bi Serketî Bi Encam bû

Akademiya komandos, dewreya operasyonê ya Şehîd Canda Cûdî  ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) bidawî bû. Li Kantona Hesekê dewreya perwerdeya Şehîd Canda Cûdî ku 45 rojan dewam kir, bi şahiyeke bi coş hate dawîkirin. Di şahiyê de ji hêla endamên dewreyê ve merasîma leşkerî pêk hat.

Di merasîmê de fermandara Meclîsa Leşkerî ya YPJ’ê Avînar Dêrik xîtabê şervanan axivî û diyar kir “Perwerdeyeke bihêz hate dîtin. Hevalan bi awayeke xurt li ser pêvajoyê, li ser hunera şer, taktîk û rêbazê şerê vê demê lêhûrbûn kirin. Bi taybet jî ji bo ku êrîşên dijmin were valaderxistin, aliyê vê yê leşkerî berfireh hate bidest girtin. Armanc ewe ku em bikarin bi rê û rêbazên nû şereke xurt ya parastinê bimeşînin. Artêşbûna jinê bihêztir bikin. Li beramberî êrîşên hovane ku li dijî gelê me, jinan û şervanên azadiyê tê pêşxistin, xeta parastina rewa bimeşînin.”

Avînar  Dêrik li ser rola endamên dewreyê jî sekinî û diyar kir: “Perwerdeya ku şervanên YPJ’ê di vê akademiyê de dîtin, pir girîng e. Divê her şervan bikaribe li hemû qadan û di nava pratîkê de bibin bersiveke xurt ji êrîşên dijminê mirovahiyê re.”

Fermandara YPJ’ê Avîndar Dêrik di dawiya axaftina xwe de şehîdên sêdareyê yên 9’ê Gulan sala 2010 ji hêla dewleta qirker ya Îranê ve hatibûn darvekirin di kesayeta Şîrîn Elemhûlî de bi bîr anî. Herwiha di kesayeta Şehîd Canda Cûdî de hemû şehîdên di oxira azadiyê de canê xwe feda kirine, bi bîr anî. Da diyarkirin ku “Emê bibin şopdarên van şehîdan. Di rêya rast de têkoşîna xwe bilindtir bikin û soza tolhildana van şehîdan ewe ku ji vê pêvajoyê re bibin bersiv.”

Fermandar Avînar Dêrik ji endamên dewreyê re serketin xwest. Piştî merasîma leşkerî şervanan soza xwe dan, nasnameya xwe wergirtin û bi şahiyekê dewreya xwe bi encam kirin.

Navenda Ragihandina YPJ

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button