DîmenNûçeWêne

“HÊZA PARASTİNA CİVAKÊ HERTİM AMADEYE Jİ BO PARASTİNA NİRXÊ WELATÊ XWE”

“HÊZA PARASTİNA CİVAKÊ HERTİM AMADEYE Jİ BO PARASTİNA NİRXÊ WELATÊ XWE”

EMÎNA EHMED: Em wekî hêzên jin ê parastina civakê piştgirya gelê xwe dikin, em niha parastina van zeviyan dikin, me ev soz daye ku heya dilopeke xwînê di canê me de hebe em dev ji vê erka xwe bernadin, berê me bikeve kuderê emê herin jiber ku em xwedî sozin, ev ax şerefa me ye ji bo wê jî pêwîste her kes xwedî lê derkeve

“Jİ ZAROKÊN 7 SALÎ HETA KALÊ 70’Ê SALÎ BİLA XWEDÎ LI AXA XWE DERKEVİN”

 

Esma Edol Oso jî helwestê xwe weha anî ser ziman: Yên ku dixwazin xirabiya ser van riya bikin pirin, bi çixareyekê avêtin dikarin van zeviyan giştî bişewtînin evjî wê bihêle sîstema me lewaz bibe, lê em îro wek jin çima rûnin, emê ser piyan bin, dijmin her ku me bibîne, zanıbe ku her tim em amade ne. Bila nebêje ku kes parastina va zeviyan nake û agir berde keda vî gelî,em her tim wekî kelemekî li pêşiya wan be, ev çeka ku îro ser milê me ji bo parastina vê xakê ye, Em birçî û têhin jî bimînin li nava van zeviyan em dev jê bernadin û xwedî li  erka xwe derkevin. Bila dijmin ne fikire ku dema êrîş li ser vê axê dike û bi destê ajanê xwe van zeviyan dişewtîne  wê îrada me lewaz bike, berovajî wê hêz û îrada me zêdetir dibe.

Me sozek daye ku parastina vî welatî bikin, çiqas zehmetî jî werin pêşya me em dev ji vê doza xwe bernadin, ger ku  hemû gel û her malek nerabe wê ev dagirkerî vê axê talan bike, gereke em ser piyan bin çeka me ser milê me be, ji zarokên 7 salî heta kalê 70’ê salî pêwîste xwedî li vî nirxî derkrvin, niha tu di kîjan bajarî re derbas bibî ji kobanê heta dêrikê ev gel ser piya ye û parastina vê axê dike û soza mejî eve, qet em ji dijmin natirsin, wê ev çeka me ser milê me be û em dev ji welatê xwe bernadin.

DİJMİN ÇİQAS ÊRÎŞ BİKE WÊ NEKARIBE VÎNA VÎ GELÎ BİŞKÎNE

 

Xezal Silêman Dawud helwesa xwe weha nîşan da û got: Jiber ku axa me axekî bi berheme, dijmin jî bi her awayî dixwaze vî berhemî talan bike, li ser vî esasî emjî wekî hêzên parastina vê civakê parastina van zeviyan dikin. Her tim dijmin dixwaze berxwedan û vîna vî gelî bişkîne, lê belê li dijî vî dijminî em berxwedaniya xwe zêdetir dikin, bi hêvî û îradeyeke mezin niha em li vir parastin dikin, ji bo ku pêşiya van êrîşên dagirkeriyê bisekinin.

Dijmin bi her awayî êrîşî me dike, bi balefirên şer, çekê giran û kesên ku li ser erdê alîkariya wan dike hene, emjî bi hêza xwe ya cewherî bi vê erkê radibin, rojane em nubeta van zeviyan digrin.

Em wek hêzên JİN ê parastina cewherî bi rola xwe radibin, ev meheke em li virin, dijmin hindek zevî şewtandin, lê dîsa jî berhem pir başe evjî bi keda ku niha tê dayîn û em ticarî ji dijmin re qebul nakin ku êrîşî me bike çi di milê aborî, pîsqolojî  îdolojî  û eskerî de be. Jiber ku em wekî îrada gel, hêzên parastina civakê li ser fikir û ramanê rêber APO mezin bune û emê li ser xeta şehîdan bimeşin.

 

 

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Van jî kontrol bike
Close
Back to top button