DîmenNûçeWêne

“Kes Nikare Pêşiya  Fikir û Ramanên Rêber Apo Bigre”

“Kes Nikare Pêşya  Fikir û Ramanên Rêber Apo Bigre”

Feraşîn Qamişlo Tecrîda li ser rêber Apo nirxand û helwestê xwe weha anî ser ziman “Ev qomploya navnetewî ya ku di şexsê rêber APO de hatî pêkanîn, bi fikrekî wan yê  qirêj û deshilatdar ev qomplo pêş ket û heta roja me ya îro berdewam dike. Her çiqas rêber APO fîzîkî ne di nava mede ye, lê bi fikr û ramanê xwe 42 seetan di nava jiyana mede ye û emê her li ser vê felsefê bimeşin.

Dijmin bi vê qomployê xwest bi me bide fam kirin ku em dûrî vî fikr û felsefê ne, lê belê hat îspat  kirin ku rêber APO Hebunekî gerdunî ye, ne tenê ji bo me wek tevger, ji bo hemu gelên cîhanê û bi hemu netewên xwe ve, ger ku îro rêberê me Di bin tecrîdekî giran de derbas dibe, lê fikrê wî ticarî nayê dîl girtin

Ger ku di roja me ya îro de tekoşînek bê hempa tê meşandin di milê me de wek tevgera azadiyê, pêwîste gelê me jî tekoşîna xwe hîn zêdetir bike li hemberî vê dagirkeriyê. Îro dema em meyze dikin hemu gelê me yê welat parêz, gelê azadî xwaz ên li hemu cîhanê radibin ser piyan ji bo azadiya fîzîkî a Rêber APO li qada ne, çalakiyên pir bi heybetin, lê pêwîste hîn zêdetir xwe bi rêxistin bikin û fikrê rêber APO li hemu cîhanê bidin nasîn û pêngavên hîn xurtir bavêjin.

Em wek hêza YPJ’ê, rêber APO kedekî bê hempa ji bo me daye meşandin, pêwîste xwedî li, fikr û felsefeya  rêbertî derketin esas be û kûrtir be. Pîvan û erkên ku rêber APO daye ser milê me wek jin, pêwîste em xwedî lê derkevin, ev berpirsyartî dikeve ser milê  jinên cîhanê jî. ger ku îro jin bi fikirê xwe yê azad, bi misyûnek mezin nekaribe di nava civakê de bide diyar kirin, wê demê ti rolek jin di civakê de namîne, rêber APO her tim ji bo me wek jin em çawa bi nasnameyek azad tevbigerin daye diyar kirin û heta roja îro jî tekoşîna wê dide.

Îro dijmin êrîşî li ser gelê me dike, yê ku pêşengtiyekî rast bi fikrê rêber APO dixwaze bide meşandin êrîşê wan tê kirin, jiber ku dijmin ji vî fikir û felsefeya rêbe APO pir ditirse, ji bo wê jî pêşengên vê civakê hedef digre û naxwaze ku hîn zêdetir felsefeya rêber APO hîn zêdetir belav bibe. Li hemberî wê jî pêwîste gelê me hişyar be, bila newe leystokê dijmin, lewaz nekeve, gav paşde neavêje, berovajî wê rûxmî van hemu êrîşan pêwîste hîn zêdetir  tekoşîn û banga azadiyê bilintir bibe.

Em jî wekî jin rola sereke ya vê tekoşînê bilindtir kirin dikeve ser milê me, jinek li kuderê be bila bibe, pêwîste nasnama xwe ya azad nas bike, xwedî felsefeya rêber APO derketin erka me wek jin esase, jiber ku  me hebuna xwe, rastiya xwe, nasname , fikr û îradeya xwe ya azad bi saya ramanê rêber APO nas kiriye, ji bo  wê jî tekoşîn xûrt kirin , rêber APO fîzîkî azad kirin erka herî mezin ji  jinê tê xwestin.”

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button