DîmenNûçeWêne

Şervana ypj’ê Rengîn Minbic: “Di nava Yekîneya Parastina Jin de rihê hevrêtiya bilind bandor li min kir.”

Şervana ypj’ê Rengîn Minbic: “Di nava Yekîneya Parastina Jin de rihê hevrêtiya bilind bandor li min kir.”

Şervana Yekîneyên Parastina Jin Rengîn Minbic di nirxandina xwe de li ser jina ku di nava civakêde ye axivî û got, “Min gelek jinên di bin koletî û newekheviyê de dîtin, bi hemû rê û rêbazên neheqî û tundiyê li jinan dihat kirin. Ev jî ji ber urf û edetên(dab û nêrît) kevnar e.’’ Rengîn Minbic behsa armanca xwe ya tevlîbûna di nava Yekîneyên Parastina Jinê kir û got, “Motîvasyona ku hişt ez tevlî nava Yekîneyên Parastina Jinê bibim, neheqiya ku li dijî jinan dihat kirin bû. Armanca tevlîbûna min jî xwe gihandina jiyaneke azad û azad kirina hemû jinên bindest ên di nava civakê de ye.’’

Têkoşer Rengîn Minbic balkişand ser girîngiya perwerdeya di jiyana xwe ya şoreşgerî de û got, “Piştî perwerdeya bîrdozî fikir û felsefeya Rêbertî, ez fêrî dîroka kevnar a jinê û wateya neteweya demokratîk a ku li hev kom bûye bûm. Hemû pêkhate bêcudahî û xedalet wekhev di navbera hemû gelên bindest de hatin gel hev. Ev yek hişt ku bi perwerdeyên tên dîtin re xwe zêdetir nas bikim, analîz bikim û neyîniyên ku di kesayeta xwe de min jiyan dikir, xwe jê rizgar bikim. ”

Rengîn Minbic rihê rêhevaltiya ku wê bi rêhevalên xwe re dike yek anî ziman û got, “Em weke rêhevalên ku ji hemû pêkhateyan hatine gel hev û di nava hezkirinê de bi hevre dijîn û di nava me de rihekî kolektîf tevgerîn û rêhevaltî heye.”

Di dawiyê de wê xwest dengê xwe bigihîne jinên di nava civakê de û wiha got: “Ev peyama min ji hemû jinên civakê re ye û bi taybetî jî ji jinên Ereb re ye ku ew neheqiya li ser wan tê kirin qebûl nekin û ji bo jiyanek azad bidestxistinê daxwaza mafê xwe bikin.”

 

Şervana Yekîneyên Parastina Jinê Sîham Îdlîb a ji Humisê: “Divê hemû jin rêya ku ber bi azadiyê ve diçe hilbijêrin.”

Sîham Îdlîb, di nirxandina xwe de li ser jinên di nava civakê de bêdadiya ku hîna dikişîne û ji ber sînordarkirina rol û beşdarbûna wê di hemû qadên civakî de û  piştre karaktera tevlî şoreşê bûye nirxand û wiha got: “Ez ji bo parastina mafên xwe yên ku ji ber urf û edetên serdest ên di nava civakê de ji destê min hatibûn sitandin, bidaxwaza xwe ya têgihiştin û bidestxistina jiyaneke azad, tevlî nava Yekîneyên Parastina Jin bûm. Sîham Îdlib her wiha li ser perwerdehiya bîrdozî ya ku dîtiye jî nirxand û gotina “neteweya demokratîk” û asta têgihiştina wê nirxand û got, “Projeya neteweya demokratîk azadiya komîn, jiyanek wekhev û rihê kolektîf îfade dike. Heman demê dikarim diyar bikim ku tu cudahî di navbera pêkhateyan de nîne û mafê ku Rêbertî daye jinan da ku xwe azad bikin û astengiyên pêşiya xwe bişkînin .”

Di derbarê rihê rêhevaltiyê ku wê û rêhevalên wê digihîne hev de, Sîham Îdlib got, “Em rihê rêhevaltiyê di nava xwe de bi hemû hezkirin û pê baweriyê diguherînin, bêyî ku cudahî di navbera me de derkevê. Bi rihekî kolektîf beşdariya xwe jî em bi coş û şahiyan re parve dikin.”

Di dawiya axaftina xwe de xwest ku dengê xwe bigihîne hemû jinan û wiha got: “Divê hemû jin koletî û tundiya ku li ser wan tê meşandin qebûl nekin û rêya ku wan berbi azadiyê û zanînê rast ve dibe û heman demê dîroka kevnar a jinên ku bi berxwedan û serkeftinên dîrokî bidest xistine hilbijêrin.”

 

Navenda Ragihandina YPJ

6/6/2024

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button