Rêhevala Me Delîla Cûdî Di Encama Qezayekê De Şehîd Bû
Ji Raya Giştî û Çapemeniyê re
Şervana YPJ’ê Delîla Cûdî di 13’ê Hezîranê di encama qezayekê de gihîşt şehadetê. Em di serî de ji malbata wê ya welatparêz û tevahiya gelê Silopî, bi giştî gelê xwe û rêhevalên wê re sersaxî dixwazin.
Şervana me Zozan Kartal bi nasnav Delîla Cûdî di dîroka 2002’an li bajarê berxwedanê Silopiyê hate cîhanê û di malbateke welatparêz, bi çand û kevneşopiya welatperwerî û Kurdewarî mezin bû. Rêhevala me Delîla Cûdî xwendekara dibistana navîn bû ku pêla êrîşên tunekirinê li dijî gelê Kurd û şoreşa Rojava dijwartir bû. Wê jî wek bi hezaran ciwanên têkoşer li beramberî polîtîkayên qirker û êrîşkar bû xwedî helwest.
Rêhevala me Delîla Cûdî di sala 2014’an dema ku bajarê berxwedanê Kobanê bi tevahî ji hêla çeteyên DAÎŞ’ê dorpêç bibû û gefên tunebûnê li Kurdan dihate xwarin, berê xwe da şoreşê. Wê ji kêliya ku bû şervana şoreşê heya kêliya dawî ya jîna xwe ji bo parastina şoreşê têkoşîn meşand. Di hemleya azadkirina Reqa de bi wêrekiyeke mezin tevlî bû. Wê jî di tunekirina çeteyên DAÎŞ’ê de şopa xwe ji dîrokê re hişt.
Şehîd Delîla Cûdî bi ciwanî tevlî bû û ruhê xwe yê ciwan jî tim parast. Lewma di jiyanê de bi coş, heyecan û enerjiya xwe ya bilind bandor kir. Xwe di qada leşkerî de pêşxist û wek jinekê jî tim dixwest kesayeta xwe xurt û vîndar bike. Xeyala wê ya herî mezin ew bû ku zarokên welatê wê di nav aramî de bijîn. Ji bo bigihîje vê xeyalê jî diviya şer bike û têkoşîna xwe bilind bike. Rêhevala me Delîla Cûdî temenê xwe bi xweşikî, dilpakî û rêhevaltî dagirt.
Em wek Fermandariya Giştî ya YPJ’ê û rêhevalên wê, em ê tim girêdayî armanc û xeyalên şehîdan bin û dê tim bîranîna şehîdan rêya me ya têkoşînê ronî bike. Em bejna xwe li pêşberî bîranîna şehîd ditewînin û soz didin ji bo pergala demokratîk û azad pêk bê, tim di nav xebat û têkoşîn de bin.
Nasanameya Şehîd Delîla Cûdî wehaye:
Nav û Paşnav: Zozan Kartal
Nasnav: Delîla Cûdî
Navê Dayîk: Fatma
Navê Bav: Abdullah
Dîroka Şehadetê: 13’ê Hezîrana 2024
Fermandariya Giştî ya YPJ’ê
2024-06-22