DîmenWêne

“KES NİKARE ROJA ME TARÎ BİKE,KES NİKARE RÊBER APO Jİ MÊJÎ Û RİHÊ ME DERXÎNE”

“KES NİKARE ROJA ME TARÎ BİKE,KES NİKARE RÊBER APO Jİ MÊJÎ Û RİHÊ ME DERXÎNE

Şervana YPJ’ê Nûjyan Bahoz li ser tecrîda ku li ser Rêber APO tê meşandin nirxand û wiha got:

Di serî de em komploya ku li ser Rêbertî tê meşandin , lanet dikin û bi kînekî mezin şermezar dikin. Ev komplo di şexsê rêber APO de li ser gelê azadîxwaz de jî tê meşandin, ji ber ku yê vî gelî bi rêve dibe rêber APO ye û bi felsefa rêbertî ev gel xwe perwerde dike, gel xwe bi vê felsefê xwe mezin kir û nas kirye. Ji bo wê jî  tehemula dewleta dagirker ji vê re nîne her ku diçe jî tecrîda rêbertî girantir dike, rêber APO jî berxwedaniyek bê hempa li hemberî wê dide meşandin, ev berxwedanî  li ser hemû hevalên li zîndana bandor kirye û hemû  di gireva birçîbunê de ne, vê peyamê didin dewleta dagirker ”ger ku tu Rêbertî di vê tecrîdê de bihêle, em hemû wekî xelekekî  li derdora Rêberê xwe ne û bi ramanên wî mezin dibin. Her wiha wekî ku şehîdên şoreşê dibêjin “Kes nikare roja me tarî bike” ,îro hemû şagirtên Rêbertî û gelên ku baweriya xwe bi Rêbertî tînin vê  hevokê di kesayeta xwe de dûbare didin jiyan kirin. Rêber APO jî vê peyamê dide “Hûn çiqas vê tecrîdê giran bikin jî ,  gelekî  azadîxwaz û bi vê felsefê mezin bûye heye, ev gel li  derdora min her tim wekî xelekekê ye û bi hemû derfetên xwe vî hizrê azadîxwaz diparêze.

Em jî wekî şervanên Rêber APO ku bi vî ramanî xwe perwerde dikin, em vê ji dagirkeriya tirk re dibêjin: Kes nikare roja me tarî bike, di dunyayê de gelek serok derketin, lê ti serok wekî Rêber APO ne xwedî wê hêza azadî anînê de bû.

Rêber APO azadiya jin esas girt, bi gotina “Heya jin azad nebe wê civak jî azad nebe.”, Rêbertî despê kir, em jî wekî jinên kurd, ciwanên kurd, li peyî heqîqeta Rêbertî ne, soza me eve, em jî weke jin, emê azadiya fîzîkî a Rêbertî pêkbînin, em ji vê bawerin.

Bangewaziya min jî wekî şervanek YPJ” Ji hemû gelên azadîxwaz re, gereke helwesta li hember vê tecrîdê tenê di meşan de sînordar  nebe, li her dere, li dibistanan , kolanan de , bi xwendina pirtûkên Rêber APO, bi danasîna Rêbertî û bi meşên herî dirêj, wê dagırkeri bersıva xwe bıgre, çiqas gelê me yê azadîxwaz pişta xwe bidin hev û bibin yek deng, wê ewqas ji îmraliyê re bibin bersiv. Ev dijmin jî wê neçar bimîne ku berê xwe bide Rêbertî. Ji bo wê jî pêwîste gelê me bê westan li ser piyan be û ji îmraliyê re bibin deng, ji ber ku yekbûna gelê azadî xwaz dijmin ditrsîne, pêwîste ev dijmin bizanibe ku Rêbertî ramana me ye, hebûna me ye û bi yek dengî bang bikin,  ” Bê Serok Jiyan Nabê.”

Bi taybet ji bo ciwanên kurd, jinên kurd, ger ku azadiyê dixwazin, ger dixwazin ji îmraliyê re bibin dengê azadiyê û ji Rêber Apo re bibin bersiv, ger ku  armancê wan  fam kirina ramanên rêbertî ye, bila berê xwe bidin nava refên YPJ û bibin pêşeng ji vî gelî re.

Her wiha dîsa dibêjim em jî wekî şeraveke YPJ’ê, em bi ramanê Rêber Apo hene, kes nikare roja me tarî bike, kes nikare Rêbertî ji mejiyê me, rihê me, dilê me derxîne, jiber ku ji dema em tevlî bûne heya niha, em bi Rêbertî hene, bi ramanê wî xwe perwerde dikin, emê li ser vê felsefê bin û li peyî azadiya xwe û gelê xwe bibin. Dîsa dibêjim em ji vê bawerin, wê Rêber Apo fîzîkî azad bibe, wê gelê me jî azad bibe, wê azadiya jin jî pêk were. Ji bo wê banga me dîsa eve ji gelê me yê azadîxwaz re, bi yek rihî û yek dengî, bi şervanên xwe re  deriyê îmraliyê bişkînin û Rêber Apo fîzîkî azad bikin.

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button