DîmenGotarWêne

“GER KU ÎRO EM HENASEYEKE AZAD DİSTÎN, EV Î Bİ SAYA HIZIR Û FELSEFEYA RÊBER APO YE”

GER KU ÎRO EM HENASEYEKE AZAD DİSTÎN, EV Î Bİ SAYA HIZIR Û FELSEFEYA RÊBER APO YE

Şervana YPJ’ê Lavîn Peyman: Pêvajoya ku em têre derbas dibin, îro tekoşînekî pir mezin dixwaze. Gereke em vê baş bizanibin; ger îro derfetên azadiyê di destê mede hene, ev  bi saya hizrê Rêber APO ye. Ji roja ku komplo li ser rêberê me hatiye meşandin, Rêbertî di nava çar dîwaran de, di hucra yek kesî de ye. Yê ku ev civak kiriye hebûnek Rêber Apo ye, azadiya vê civakê bi wê daye nasîn ,ew jî niha di girtîgehê de ye, ji bo wê jî tekoşînek pir xurt pêwîste. Dijmin vê baş dizane, ger Rêber Apo vî fikrê azad di nava gel de bide rûnişkandin, wê ev gel bibe xwedî vîn, wê hêza xwe bi xwe çêbike, wê pêwîstiya xwe bi dewletbûnê tine be, li ser van esasan êrîşên xwe ser Rêbertî da despêkirin,di şexsê rêbertî de îradeyekê û vînekê dîl digre.

Di bin berpisyartiya dewletên navnetewî de ev êrîş hat pêkanîn û heya îro jî berjewendiyên xwe diparêze û li gor wê tevdigere, ev jî tê wateya mafê gel ne qebûl kirinê, ew bê îrade hiştin, her dixwaze vî gelî bin desthilatiya xwede bihêle, jiyaneka ne li gor azadiyê, jiyana gelekî ku îrada wî jê hatiye standin û hertim di bin sîstema wî de jiyan bike, ferz dıke.

Lê li hemberî van êrîşan jî heta roja îro Rêberê me tekoşînk bê hempa dide meşandin. Ev berxwedanî diteyise gel jî. Di encama vê tekoşînê de şoreşek li vê derê hate ava kirin, hemû netew di bin sîwana netewa demoqratîk de cih digrin, ne tenê li rojavayê kurdistanê, ev fikir li her derê belav bûye, gelekî dilxwazê azadiyê ye bi fikrê rêber APO bang dike. Li ser van bingehan gereke em vê rast fam bikin û tekoşîna xwe bilind bikin, ger em îro henaseyek azad distînin, ev bi saya hizir û ramanên Rêber APO ye. Bi bedelên pir giran ev şoreş hatiye ava kirin, gereke em hemû bi yek destî vê şoreşê biparêzin û mezin bikin.. Em jî wekî şervanên YPJ’ê emê bi sekin  û tevlîbûneke xurt tekoşîna xwe bilind bikin û emê li hemberî hemû êrîşên dijmin bisekinin, ev êrîşên ku tên meşandin em li hemberî wan bê deng nemane û emê nemînin, emê bi wî fikrê Rêber APO tevbigerin,soza mejî eve; tekoşîna xwe mezin kirin û bi fikrê rêber APO azadî misoger kirin.

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Van jî kontrol bike
Close
Back to top button