DîmenNûçeWêne

Serçeteyê Navdar Yê DAÎŞ’ê Ebû Xamid hate girtin

Serçeteyê Navdar Yê DAÎŞ’ê Ebû Xamid hate girtin

Bi operasyoneke taybet ya YPJ’ê û QSD’ê serçeteyê DAÎŞ’ê yê bi navê Mihemed El Bexît bi nasnav Ebû Xamid hate girtin.

Serçete Mihemed El Bexît bi nasnavê Ebû Xamid ku bi demdirêjî faliyetên terorîstî dimeşand, di encama operasyoneke taybet ya hêzên YPJ’ê û QSD’ê  li herêma Dêrezorê hate girtin.

Ebû Xamid bi eslê xwe ji herêma El Şuhêl ya Dêrezorê ye. Di salên 2011’an bi destpêkirina guhertinên li Rojhilata Navîn re di asta fermandariya Lîwa de di Cêşûl Hur de cih digire. Li Heleb, Ezaz û Idlib bi şêweyeke aktîf kar meşandiye. Herwiha li herêma El Yerbiye li dijî şervanên azadiyê yên YPG-YPJ şer kiriye. Yekser di êrîşên li dijî şervanan de cih girtiye. Serçeteyê DAÎŞ’ê Ebu Xamid bi salan li herêmê û Tirkiyê jî di bûyerên terorîstî de rol girtiye.

Piştî ku herêma Dêrezorê ji çeteyên DAÎŞ’ê hate rizgarkirin, Ebû Xamid vedigere herêma El Suhêl. Bi serçeteyeke din yê bi navê Îbrahîm El Hafil re komeke çete ava kir. Ev koma çete ya DAÎŞ’ê ji bo ku alozî û pirsgirêk di navbera gelê Herêmê û hêzên QSD derkevin, faliyetên tehrîkirinê meşand. Herwiha di şehîdkirina şervanan, texrîbkirina alavên leşkerî û hwd. de taybet tev geriyan.

Di 26’ê Hezîranê dema ku Ebû Xamid ji herêma li jêr kontrola rejîma Suriyê bi veşartî derbasî herêma Suhêl ya Dêrezorê dibû, bi operasyoneke taybet ji hêla şervanên YPJ’ê ve hate girtin.  Ebû Xamid armanc dikir ku gelê li herêmê, bi taybet jî eşîretan li dijî QSD’ê tehrîk bike û aloziyan çêbike, wiha jî di herêmê de aramiyê têk bide.

Navenda Ragihandina YPJ

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button