
Akademiya Şehîd Viyan Dewran Dewreya Şehîd Çîçek Kobanê Ya Çekê Navîn Bi Dawî Kir
Akademiya Şehîd Viyan ku ji pêkhatiyên Ereb û Kurd pêk dihat, bi merasîmeke leşkerî û bi soz dayîna şervanan re hat bi dawî kirin.
Fermandara YPJ’ê Ruken Ercan beşdarî merasîmê bû û wiha anî ziman” Em bi dawîkirina dewreya Şehîd Çîçek a çekên navîn li RêberApo û tevahî hevalan pîroz dikin. Perwerdeya ku li ser bingehê îdolojîk û leşkerî xwe kûr kiribûn, bi taybet di meha tirmehê de,salvegera avakirina şoreşa rojava ye. Em jî wekî hêzeke leşkerî ya jin di hemû milan de xwe kûr kirin erka me ye bingehîn e. Li hemberî hemû êrîşên dijmin derketin, wek jin xwedî erka xwe ya şoreşgerî derketin e.
Her wiha Ruken Ercan bal kişand ser rola şervanên YPJ’ê di vê pêvajoyê de” Xwedî Li perwerdeya xwe derketin û xwe têde kûr kirin erkeke bingehîne , ji bo civakê re jî bibin pêşeng ev yek her tim xwe bi perwerde kirinê re pêkan dibe.
Piştî fermandara YPJ’ê Ruken Ercan axaftina xwe bi dawî kir, şervanan bi dirûşmeyên “Bê Serok Jiyan Nabe, Jin Jiyan Azadî” merasîm bi dawî kirin.
Şervanên ku cihê xwe di perwerdê de girtine hestên xwe wiha anîn ziman “Me hêzekî pir xurt ji vê akademiyê girt. Hem di milê bîrdozî hem jî di milê leşkerî de,bawerîya me bi me hîn xurtir bû.
Her wiha şervanên YPJ’ê anîn ser ziman “Armanca me ewe ku çi êrîşên li ser welatê me û bajarên me tên kirin, li ser vê bingehê emê xwe di her milî de pêş bixin.
”Ji bo vê jî banga me ji bo hemû ciwanên Ereb û Kurd, bila werin tevlî nava refên YPJ ‘ê da ku xwe nas bike, nirxê xwe nas bike. Ev yek jî bi fikrê Rêber Apo xwe perwerde kirinê re pêkan dibe.
“Em wekî şervanê YPJ’ê pêwîstiyê me her tim bi perwerdê heye,da ku em xwe ji her milî de biparêzin, axa xwe û ji civaka xwe re jî di her milî de bibin pêşeng.
Wek şervaneke YPJ’ê banga min ji hemû jinan re; werin tevlî nava refên YPJ’ê bibin, ji bo ku hûn jî xwe nas bikin û di her milî de xwe ava bikin.”
Girtina dewreya perwerdê bi gerandina govenda şervanên YPJ’ê re bi bawî bû.
Navenda Ragihandina YPJ’ê