DaxuyanîWêne

Ji Çapemenî û Raya Giştî re

Ji Çapemenî û Raya Giştî re

Îro herêma me, heta tevahî cîhan careke din bi awayekî dijwar bi polîtîkayên înkar û îmhayê re rû bi rû ye. Mirovahî di nava qeyraneke giran re derbas dibe. Adeta li hemberî daxwazên gelan ên azadî, demokrasî û edaletê eniyeke berfireh a qirkirin, destdirêjî û tundiyê hatiye vekirin.

Komkujiyên DAIŞ’ê yên li Sûrî, Iraq, Şengal, li Kurdistanê û li welatên Awrûpa pêk hatin, di bîra civakê, raya giştî û tevahî cîhanê de ye. Bi hezaran jinên Êzîdî hatin dîl girtin, bi hezaran mirovên sivîl bi saxî hatin bin ax kirin. Li beramberî gelên Êzîdî, Xirîstiyan, Kurd, Ereb, li hember netewan qirkirinên mezin pêk hatin.

Weke YPJ me li beramberî çeteyên DAÎŞ’ê têkoşîn û berxwedaneke mezin raber kir. Tevî bedelên giranbiha ku bi hezaran rêhevalên me bi fedayîyane şehîd bûn, lê me bi israr şer kir, li berxwe da, heta ku me DAIŞ li ser erdnîgariya xwe têk bir û aramiya gelê xwe pêk anî.

Lê mixabin, dewleta Tirk a dagirker tevî ku bi xwe hem li herêma me, hem jî li herêma başûrê Kurdistanê bê navber êrîşan pêk tîne, îro berê DAÎŞ’ê dide Zaxo, Dihok û Amediyê da ku li Metîna, Zapê û li seranserî başûr li dijî gerîlayên azadiya Kurdistanê bide şerkirin û bi vî rengî xaka başûrê Kurdistanê dagir bike. Çawa ku dewleta Tirk a dagirker bi çeteyên DAIŞ û hêzên din ên çete re Rojavayê Kurdisanê îlhaq kir, îro jî dixwazin başûrê Kurdistanê bi heman şêwazî îlhaq û dagir bike. Ango dewleta Tirk a dagirker, bi leşkerên xwe û çeteyên DAIŞ’ê ve, her wiha bi hevkariya malbata Barzanî ya xayîn, bi çeteyên Gulan û Zêrevan ve xaka başûrê Kurdistanê dagir dike.

Çeteyên DAIŞ’ê yên ku komkujiyên mezin li dijî gelan pêk anîn, bi awayekî hovane êrîşê jinan kirin, destdirêjî pêk anîn û di bazaran de ew firotin, mixabin ku îro li herêmên dagirkirî yên weke Efrîn, Ezaz, Bab, Girê Sipî û Serêkaniyê ji aliyê dewleta Tirk ve tên perwerde kirin û fînanse kirin. Ji wir jî berê wan didin tevahî Kurdistan, Rojhilata Navîn, heta berê wan didin welatên Awrûpa, Afrîka û Asyayê. Ji bo wê jî birina DAIŞ a başûrê Kurdistanê tenê ji bo îlhaq, dagirkirin, koçberî û pêkanîna katlîamên nû ye. Ji bilî vê ti armanca DAIŞ û dewleta Tirk li başûrê Kurdistanê nîne.

Ev çi nakokî ye ku gerîlayên azadiyê, li Şenagl, Kerkûk, Maxmûr û Hewlêrê, gelê başûrê Kurdistan û Iraq ji hovîtiya DAIŞ’ê parast, îro berê DAIŞ didin heman qadan û li dijî şervanên azadiyê didin şer kirin. Gelê başûrê Kurdistanê baş dizane ku Barzanî bi xwe bang li gerîla kir da ku werin Hewlêrê biparêzin. Îro bi çi rûyî berê DAIŞ dide başûrê Kurdistanê û li dijî gerîla dide şerkirin.

Bi salan pêşmeregeyên bi rûmet ji bo xaka xwe biparêzin li dijî faşîzm û dîktatoriya Saddam şer kirin û axa xwe parastin. Divê hêzên pêşmerge zanibin ku şerê îro jî bi heman armancê tê kirin û hevkariya mala Barzanî û PDK’ê yên ku malavaniya çeteyên DAIŞ’ê dikin bi ti awayî qebûl nekin. Ev mijareke rûmetê ye û di serî de jin, divê ciwan û gelê başûr vê îxanet û hevkariyê qebûl nekê. Me li Kobanê bi pêşmerge û şoreşgerên enternasyonal bi hev re li dijî DAIŞ şer kir û ew têk bir, divê îro jî em bi heman ruhî tevahî Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê biparêzin.

Bêguman gelek partiyên siyasî yên başûrê Kurdistan û Iraqê, her wiha eşîrên Ereban ên Iraqê bertekên giranbiha raber kirin, lê divê ev helwest veguherin çalakiyê û em bi hev re mil bi mil li dijî nûjenkirina hovîtiya DAIŞ’ê rawestin û dagirkeriya Tirk têk bibin. Ji bo wê divê hikûmeta navendî ya Iraqê û rêveberiya hikûmeta başûrê Kurdistanê nebin hevkarê vî cûcî û yekser çeteyên DAIŞ û leşkerên artêşa Tirk a faşîst ji xakên xwe yên pîroz derxin.

Divê tevahî cîhan baldar be û baş zanibe ku hemû êrîşên DAIŞ ên ku li Îran, Rûsya, Parîs, Almanya, li Afrîka û Awrûpayê pêk hatine ji navenda Eqerê hatine rêvebirin, bi kordînekirina Erdogan û teşkîlata MÎT’ê ve pêk hatine û ev êrîş dewam dikin. Ev polîtîkaya dagirkirin û qirkirinê ya dewleta Tirk nîşan dide ku hişmendiya Erdogan hişmendiya DAIŞ’ê ye. Erdogan DAIŞ’ê weke eniyeke xeter û stratejîk li dijî tevahî Rojhilata Navîn û cîhanê bikar tîne. Ji bo wê jî divê tevahî cîhan li gel gerîlayên azadiya Kurdistanê be. Ji ber ku gerîla li Şengal, Rojava, Kerkûk, Mexmûr û li Hewlêrê pêşî li komkujiyên mezin girtin. Ji vî şerî re bê deng mayîn, tê wateya erêkirina hovîtî û qirkirina gelên Rojhilata Navîn û tevahî cîhanê.

Ji ber wê em dibêjin ku;

  • Di serî de gelê başûrê Kurdistanê, em bang li tevahî gelê Iraqê dikin ku helwesta xwe bi awayek hevpar raber bikin û heta ku DAIŞ û faşîzma Tirk ji xaka xwe derxin bila di nava berxwedanî û têkoşînê de bin.
  • Her wiha em bang li tevahî hêzên pêşmerge yên bi rûmet dikin ku li hember komkujiya DAIŞ’ê û îlhaqa Tirkiyê rawestin û di eniyên pêş ên berxwedanê de cihê xwe bigrin.
  • Dîsa em bang li hikûmeta navendî ya Iraqê û başûrê Kurdistanê dikin ku bila demildest vê dagirkeriyê rawestînin.
  • Di serî de gelê Ereb, Kurd û Turkmen divê tevahî gelên herêmê yên ku bi hev re jiyan dikin, bi îradeyeke mezin li dijî polîtîkayên Erdogan ên Osmaniya nû rawestin.
  • Hemû gelên cîhanê bi rojhilat û rojavayê wê, pêwîste li hember DAIŞ û faşîzma Erdogan bi erkên xwe yên wîcdanî û mirovî rabin û helwesta xwe bi awayek radîkal û şênber raber bikin.
  • Her wiha em bang li tevahî sazî û hêzên navnetewî dikin ku li hember êrîşên DAIŞ û faşîzma Tirk a qirker bibin xwedî helwest û nehêlin mirovahî mehkûmî hovîtiya DAIŞ û Erdoganê qirker be.
  • Eniya herî sereke ya li hember her awayî dagirkerî û qirkirinê, eniya jin e. Ji bo wê di serî de jinên başûrê Kurdistan û Iraqê em bang li tevahî jinên cîhanê dikin ku bi yek ruhî û yek dengî li dijî her awayî dagirkerî û qirkirinê rawestin.

 

Weke YPJ em bi ti awayî qebûl nakin ku çeteyên DAÎŞ’ê li herêmê dubare bi tevger bibin. Li beramberî vê emê helwesta hewce di cih û demê wê de raber bikin. Weke YPJ bi Kurd, Ereb, Asûr, Suryan, Tirkmen, Çerkez û Kildan, her wiha bi şervanên me yên Enternasyonal ku ji her çar aliyê cîhanê berê xwe dan Rojava û me bi hev re DAIŞ têk bir, ji îro şunde jî ji bo parastina jin û gelê me yê başûrê Kurdistanê, her wiha li her devera ku êrîşên DAIŞ lê hebe, emê bi ruhê şoreşa xwe ya 19’ê Tîrmehê şer bikin û li berxwe bidin. Emê di xeta parastina rewa de li her cihê ku xeterî li ser hebûna jinan û gelê me hebe, bi awayekî radîkal têkoşîna xwe bilind bikin.

 

Bijî yekîtî û berxwedana gelan

Bijî yekîtî û berxwedana jinan

Bijî ruhê şoreşgerî yê enternasyonalîst

Bimre faşîzm û îxanet

Na ji dagirkerî û îlhaqê re.

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê

21 Tîrmeh 2024

 

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button