Daxuyanî

Agirê Şoreşa Azadiyê Wê Bi Destê Jinan Geş Bibe

 

Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!

Pergala zilamê desthiladar di hemû serdeman de bi kiryarên xwe yên li dijî hebûn û nasnameya jinan tevahî civakan mehkûmî koletî û serî tewandinê kiriye. Bi şidet û qetilkirina jinan re ku di heman demê de qerkirina civakê ye, hebûna xwe ya destpot domandine. Lê di sedsala 21’mîn de jinan bêhtir xwe bi rêxistin kirin û di hemû eniyên têkoşînê de bi rola pêşengiyê rabûn. Jin îro tola hezarê salan ji pergala mêrê desthiladar hiltîne û rêya jiyana azad bi ked, fedekarî û bi bedel xêz dike. Ji wê ye ku dewlet bi polîtîkayên xwe yên tepisandin, destdirêjî, tune hesibandin û darvekirinan re bi awayekî dijwartir êrîşê jinan dike.

Şoreşa jin a Rojava ji bo tevahî jinên herêm û cîhanê bû çavkaniya îlham ê. Hemû jinên xwedî lêgerîna azadiyê Rojava ji bo xwe weke qiblegehê dîtin û ji lehengiya jinên Rojavayî hêz û bawerî girtin. Jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê jî bi baldariyeke mezin şoreşa me şopandin û bi sedan jinên ciwan beşdarî nava refên YPJ’ê bûn. Dêrsim Kirmanşah û Viyan Peyman ji wan jinên Rojhilat û Îranî yên dilwêrek bûn ku tevlê nava refên YPJ’ê bûn û bi fedekarî, lehengî û bi dengê xwe bûn dengvedana rasteqîn a şoreşa Rojava. Îro jî di şexsê Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî jinên Îranî bi heman coş û kelecana şoreşê ji bo avakirina Îraneke azad ku hemû jin karibin bi vîn û rengê xwe lê bijîn, li berxwe didin.

Lê mixabin ku rejîma Îranê li hemberî daxwaz û lêgera azadiyê ya jinan bi cezayên darvekirinê bersiv dide. Bêguman ev ne cara yekeme ku rejîma Îranê bi vî rengî êrîşî jinan dike. Di Gulana 2010’an de jina Rojhilatî Şîrîn Elemhûlî, weke jineke têkoşer xwedî li hebûna xwe derket û ji ber ku teslîmiyet qebûl nekir, hate darvekirin. Di sala 2014’an de jî Reyhaneh Jabbarî ji ber ku li hemberî zilamekî tecawizkar xwe parast, ji aliyê rejîma Îranê ve hate îdam kirin. Herî dawî jî bi hinceta ku tayên porê wê xuya dike jina têkoşer Jîna Amînî bi şêwazekî hovane qetil kirin. Li hemberî vê kiryara dij mirovî di serî de jinan, gelê Rojhilatê Kurdisatan û Îranê bi diruşmeya; “JIN, JIYAN, AZADΔ her qad veguherandin qada serhildanê. Di van serhildanan de jinan bi helwesteke radîkal agirê serhildanan geş kirin û tevahî jinên cîhanê piştgirî dan rabûna jinên Îranî ya mafdar. Lê mixabin ku rejîma Îranê li şûna rêyên çareseriyê, bi navê namûs û exlaq zêdetir êrîşê jinan kir. Îro jî biryara darvekirinê di derbarê herdû aktîvîst û rojnamevanên jin Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî de daye.

Weke YPJ em di şexsê Pexşan û Şerîfe de têkoşîna jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê silav dikin. Ew ji bo bidestxistina azadiyê canê xwe feda dikin. Agirê şoreşê bi destê jinên wiha leheng hatiye pêxistin û wê bi destê jinan jî bighê serkeftinê. Ji bo wê jî pêwîste hemû jinên cîhanê, hemû mirovahî li hemberî biryara darvekirina jinên têkoşer rawestin da ku em dawî li van polîtîkayên qirkirina jinan û gelan bînin. Weke Yekîneyên Parastina Jin ku me jî di oxira avakirina civakeke azad de gelek berdêl daye, em bawerin ku wê têkoşîna jinan a mafdar bi serkeve. Tevahî jinên cîhanê ku îro ji her demê bêhtir bi rêxistinkirî ne, wê dawî li vê zilmê bînin, wê jiyaneke azad a di pêşengiya jinan de diyarî tevahî mirovahiyê bikin.

Fermandariya Giştî a YPJ

31-07-2024 

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button