Careke din Yekîneyên me yên Parastina Jin YPJ soza xwe pêk anî û di 10’mîn salvegera Şengalê de zarokek û du jinên Êzîdî rizgarkirin.
Ezîze Xalid Elî temenê wê 25 sale, Tawaf Dawûd Çeto jî temenê wê 24 sale û herdû di sala 2014’an de li Şengalê ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hatibûn revandin. Ezîza ya ku ji gundê Koço ye li Kampa Holê hate rizgarkirin û Tawaf jî li ser sînorê Sûriye-Iraqê dema hewlda xwe xilas bike ji aliyê yekîneyên me ve hate girtin û piştî lêpirsîna pêwîst hate zanîn ku Êzîdî ye û ji gundê Til Izêr ê Şengalê ye. Her wiha zaroka Êzîdî ya bi navê Xwûnav ku dema hatî revandin temenê wê 2 mehî bû û li cem Ezîza mezin bû, bi herdû jinên Êzîdî re hate rizgarkirin.
Berpirsa mekteba têkiliyên YPJ’ê Lena Hisên û Berdevka YPJ a ragihandinê Ruken Cemal herdû jinên Êzîdî pêşwazî kirin û rizgarkirina wan li tevahî jinan pîroz kirin. Lena Hisên di nirxandinên xwe de bal kişande ser van xalan; “Yekîneyên me yên Parastina Jin YPJ ji sala 2014’an heta roja îro bi sedan jinên Êzîdî rizgarkirin. Gelê Şengalê bi dehan fermanan re rû bi rû hat û li berxweda. Êşa herî mezin a van fermanan bû para jinên Êzîdî. Di komkujiya DAÎŞ’ê ya sala 2014’an de ev hovîtî di asteke bilind de hate jiyankirin. Çeteyên DAÎŞ’ê bi hezaran jinên Êzîdî revandin, qetil kirin, destdirêjî li wan kirin û ew di bazaran de firotin. Bêguman weke YPJ me parastina Şengalê û rizgarkirina jinên Êzîdî erka xwe ya sereke dît û bi salane ji bo em xwe bighînin jinên Êzîdî yên çarenûsa wan ne diyar, em bi hesasiyeteke mezin kar û xebat didin meşandin”.
Berdevka Ragihandina YPJ Ruken Cemal jî rizgarkirina zaroka Êzîdî û herdû jinan pîroz kir û da zanîn ku di salvegera komkujiya Şengalê de xilaskirina jinên Êzîdî ji bo me serfirazî û tolhildana herî mezin ji DAÎŞ’ê ye. Xilasî û parastina jinan ancax bi rêxistinkirin û têkoşîna xurt ve pêkan bibe.
Yekîneyên Parastina Jin soz dabû ku heya jineke Êzîdî di destê DAÎŞ’ê de hebe, ewê ranewestin. Îro jî di salvegera komkujiya Şengalê de careke din ev soza xwe bicih anî û mizgîniya rizgarkirina zarokekê û 2 jinên Êzîdî da gelê Şengalê.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPJ’ê
01-08-2024










