Daxuyanî

Ji Çapemenî û Raya Giştî Re

 

Heya Ku Jineke Êzidî Di Bin Esaretê De Be, Wê Rizgarkirina Wan Erka Me Be

Bi boneya salvegera 10’an a komkujiya Şengalê, em tevahî kesên di vê fermanê de jiyana xwe ji dest dan û şervanên ku ji bo pêşî li çeteyên DAÎŞ’ê bigirin, bê terdud canê xwe feda kirin, bi minet û rêzdarî bibîr tînin û soza parastina gelê xwe dubare dikin.

Gelê me yê Êzidî di dirêjahiya dîrokê de bi gelek fermanan re rûbirû maye. Armanca dagirkeran ew bû ku ol, bawerî, nasname, çand û hafizeya dîrokî ya gelê me yê Êzidî ku xwe dispêre heqîqeta jina xwedewand û civaka qedîm a Kurdistanê tune bikin. Lê jin û gelê me yê Êzidî bi berxwedaneke mezin bersiva van fermanan didin.

Di dîroka 3’ê Tebaxa 2014’an de hêzên hegemon û desthiladar bi fereseta mêr-dewlet êrîşeke hovane bi rêya çeteyên DAÎŞ’ê li ser axa pîroz a Şengalê pêk anîn. PDK bi eşkere gelê Êzidî bi komkujiyê re rûbirû hişt û xiyaneteke dîrokî li gelê Kurd kir. Bi hezaran kes hatin qetilkirin, beşek zêde bi saxî û bi awayekî komî hatin binax kirin. Her wiha bi hezaran jinên Êzidî hatin revandin, di bazaran de wek kole hatin firotin. Talan, destdirêjî û qirkirineke mezin pêk hat. Komkujiya Şengalê êrîşek li dijî nirxên civakên resen, baweriyên xwecihî û erdnîgariya Rojhilata Navîn e.

Ji bo ku pêşî li vê komkujiyê were girtin, Şervanên YPJ-YPG bi wêrekî û ruheke fedayî derbasî çiyayên Şengalê bûn, korîdora mirovî vekirin û tevî gerîlayên Kurdistanê pêşî li komkujiyeke mezin hate girtin. Bêguman li hemberî planên hêzên desthiladar û siyaseta qirkirinê, di serî de jin, gelê me yê Êzidî jî li ser bingehê paradîgmaya Rêber APO a civaka demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê xwe perwerde kirin, pergala xwe ya rêvebirinê bi rêxistin kirin û hêza xwe ya parastinê ava kirin. Îro em şahidî ji pêvajoyên înşayê û sekna bi rûmet a jinên Şengalî dikin ku êdî bi ti awayî rê nadin fermanên nû.

Di vê pêvajoyê de weke YPJ, me zarokek û 2 jinên din ên Êzidî ji esaretê rizgar kirin. Di salvegera komkujiya Şengalê de, xilaskirina van jinan û ew radestê warê wan Şengalê kirin, ji bo me tolhildana herî mezin a ji DAÎŞ’ê ye. Wek Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) rizgarkirina jinên Êzidî yên ku hîna jî çarenûsa wan ne diyare, em weke erka xwe ya sereke ya exlaqî û mirovî dibînin. Ji bo wê kar û xebatên me yên di vê derbarê de wê her bidomin.

Bi têkoşîneke pir mezin û berxwedaniyê gelê Êzidî ji pençê qirkirinê hate rizgarkirin. Lê di roja me ya îro de careke din bi rêya PDK û faşîzma Tirk, çeteyên DAÎŞ’ê li başûrê Kurdistanê hatine bicihkirin. Ev jî xeterî û metirsiyeke cidî ji bo gelê me yê Êzidî û tevahî gelê Iraqê ava dike. Êşa ku gelê me yê Êzidî û jinan kişandin ji bîra me û civakan neçûye û dê tucar neyê jibîrkirin jî. Lewma divê Jin û gelê Şengalê, her wiha tevahî gelê Iraqê li dijî vê metirsiya heyî rabin û polîtîkaya dagirkerî û îlhaqê bi ti awayî qebûl nekin. Li ser vê bingehê divê tevahî jin û gelê me pêşxistina pergala parastina cewherî ji bo xwe erka jiyanî ya sereke bibînin.

Em careke din fermana xedar a li dijî Şengalê şermezar dikin û em soz didin ku heya jineke Êzidî di bin esaretê de be, wê rizgarkirina wan yek ji erkên me yên sereke be. Em bawerin ku asta rêxistinbûn û hevgirtina jin û gelan dê dawî li her awayê polîtîkayên qirkirin û dagirkeriyê bîne.

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê

02-08-2024

Gotarên Têkildar

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Van jî kontrol bike
Kapalı
Başa dön tuşu