
Yekîneyên me yên jin YPJ îro şandeya Şengalê ya ku ev çend roje li herêma me rêzecivîn û hevdîtinan pêk tîne, pêşwazî kir. Di hevdîtinê de herdû jinên Êzîdî yên ku ev demeke ji aliyê hêzên me ve hatine xilas kirin, Tawaf û Ezîze jî amade bûn.
Endamê meclîsa rêveberiya xweser a Şengalê û endamê desteya Eşîran Seîd Milhim Hemo bi taybet ji bo xilas kirina jinên Êzîdî spasiya YPJ kir û anî ziman ku ew minetdarê keda şervanên YPJ-YPG ne.
Berdevka YPJ Ruksen Mihemed anî ziman ku wê têkoşîna me ji bo xilas kirina jinên Êzîdî dewam bike û ji bo em karibin pêşî li fermanên nû bigrin, divê statûya Şengalê ya xweser were nas kirin.
Endamê desteya eşîran a Şengalê Dexîl Mûrad Aşûr jî minetdariya xwe anî ziman û wiha got: “Îro çiqas zehmete heger keçeke Êzîdî piştî 10 salan tê xilas kirin û dibêje ez zimanê xwe nizanim. Ji bo wê jî heger beriya 100 salî ev fikrê Rêber APO heba, meyê zaniba çawa xwe biparêzin. Lê her çendî me êş û bedelên giran dan lê em îro ji her demê bêhtir bi hêzin. Em xwedî pergala rêveberiyê û hêza parastinê ne. Bêguman ev jî bi saya Rêber APO, bi saya gerîla û şervanên YPJ-YPG pêk hat”.
Her wiha herdû jinên Êzîdî Tawaf û Ezîza jî dilşadiya xwe anîn ziman û gotin emê tu carî ji bîr nekin ka çi bi serê me hat û emê ti carî ji bîr nekin ka çawa pêşmergeyên PDK em rû bi rûyê DAÎŞ re hiştin û reviyan.
Navenda Ragihandina YPJ’ê
06-08-2024