Bi Felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ Em Parastina Cewherî Ya Tevahî Jinan Pêş Bixin

Li ser tevahiya cîhanê her ku diçe têkoşîna jinan ya azadî, wekhevî û jiyaneke bi rûmet berfirehtir dibe. Li beramberî vê lêgerîna û têkoşîna jinan a azadiyê, pergala kapîtalîst a mêrê desthiladar jî bi rêbazên tundî, destavêtin û qirkirinê êrîşê jinan dike û hewl dide serdestiya xwe biparêze.
Îro li Hindîstanê çanda tundî û destdirêjiyê di asteke herî bilind û dijwar de di meriyetê de ye. Li hemberî bûyera giran a jina bijîşk ya ku li bajarê Kalkîtî rastî destdirêjiyê hat û bi awayekî hovane hate qetilkirin, di serî de jin, gelên Hindîstanê bi serhildan û çalakiyên girseyî bertekên pir xurt nîşan dan û bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ helwesta xwe raber kirin. Weke Yekîneyên Parastina Jin YPJ em vê bûyera hovane şermezar dikin û bang li tevahî rêxistin û tevgerên jinan dikin ku li hemberî her cure zext, tundî, destdirêjî, zordestiya fîzîkî û derûnî ya li dijî jinan dengê xwe bilintir bikin û teqez divê hesab ji kujer û tecawizkaran bê xwestin.
Weke YPJ me li dijî pergala zilamsalar a ku di şexsê DAÎŞ û grûbên din ên çete li herêma me dagirkerî, qirkirin, destdirêjî û talan pêk dianî têkoşîneke bê eman da meşandin. Di bin serweriya DAÎŞ de bi awayek hovane destdirêjî li ser jinan dihate kirin, jin di bazaran de weke kole dihatin firotin û ji her cure mafên xwe mehrûm dihatin hiştin. Ji xwe trajediya giran a ku jinên Êzîdî rastê hatin di bîra tevahî mirovahiyê de ye. Me bi vîn, cesaret, bawerî û bi rêxistinbûneke pir xurt li hember van hêzên çete şer kir, li berxwe da û me ew têk birin. Ji bo ku em jinên Êzîdî, Xirîstiyan, Kurd û Ereb ji hovîtiya DAÎŞ’ê xilas bikin, me berxwedaneke mezin raber kir. Îro jî dewleta Tirk a dagirker li herêma me ya bakur-rojhilatê Sûrî bi êrîşên xwe yên esmanî jinên têkoşer û azadîxwaz, fermandar û şervanên me yên YPJ’ê dike armanc, her wiha li herêmên me yên dagirkirî rojane leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker li dijî jinan tecawuz, revandin û komkujiyan pêk tînin. Bêguman li beramberî van êrîş û kiryarên hovane, em têkoşîneke pir-alî didin meşandin û hêza xwe ya parastinê xurtir dikin.
Em baş dizanin ku çanda destdirêjiyê ya pergala zilamsalar pergaleke cîhanî ye û xwedî dîrokeke kevnar e. Îro jî li Hindîstanê jin rastî destdirêjiyê tên, li Îranê jinên têkoşer tên darvekirin û li Iraqê jî zewaca zarokên keç bi qanûnan tê rewakirin. Li Efxanîstan jin ji hemû mafên xwe yên însanî bêpar in. Lewma têkoşîna li beramberî vê pergalê jî divê cîhanî, pir-alî û pir xurt were meşandin. Hemû jinên têkoşer, rêxistin û dezgehên civakî, ango tevahî civak divê li beramberî vê rastiyê bibe xwedî zanebûn û bi yek dengî li hemberî van êrîşan rabin. Bi qasî ku civakek rêxistinkirî be, wê ewqasî karibe hêza xwe ya parastina cewherî jî ava bike. Bêguman ji her kesî bêhtir pêdiviya jinan bi xwe parastinê heye. Ev jî di encama rêxistinbûnê de pêkan dibe. Jina rêxistinbûyî jina ku dikare xwe, tevahî jinan û civakê biparêze. Lewma hewceyî heye em weke jin hîna zêdetir xwedî li hev derkevin, bi hev re bin û palpiştiya hev bikin. Di vê wateyê de em rabûna jin û gelê Hindîstanê pir bi nirx û watedar dibînin. Heger ev rabûn veguhere rêxistinbûneke xurt, wê karibe dawî li vê pergala desthiladar a tecawizkar jî bîne.
Bêguman felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku Rêber Apo di encama ked û têkoşîneke giranbiha de diyarî me jinan kir, rêya xilasiya ji feraseta zilamê desthiladar û tecawizkar nîşanê me da. Weke YPJ jî, me ji destpêka têkoşîn û şerê xwe yê azadiyê de ev felsefe ji bo xwe esas girt. Her ku çû ev felsefe mezin bû û di serhildanên Jîna Emînî de, di serhildanên jinên cîhanê de û vaye îro jî di serhildanên Hindistanê de ev diruşme veguherî şêwazê têkoşînê û li her derê deng vedide. Li ser vê bingehê şoreşa jinê gerdûnî dibe û êdî dem hatiye ku em pergala jinan a konfederalîzma demokratîk ava bikin.
Li ser vê bingehê em berxwedana giranbuha ya jinên Hindîstanê silav dikin û piştgiriya xwe ji bo wan diyar dikin. Di vê wateyê de em bang li jinên Hindîstanê û hemû jinên cîhanê dikin ku divê têkoşîna xwe bi ti awayî nedin rawestandin û bi felsefeya azadiyê ya Rêber Apo ya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ xwe rêxistin bikin û hêza xwe ya parastinê ava bikin.
Bimre Zilamsalarî û Çanda Destdirêjiyê!
Bijî Felsefeya Jin, Jiyan, Azadî!
Bijî Têkoşîna Hevgirtî Ya Jinan!
Bijî Rêber APO!
Fermandariya Giştî ya YPJ
20.08.2024