Nûçe

Dewreya Şehîd Sorxwîn Celal ya Akademiya Şehîd Hebûn Ereb Bi Dawî bû

 

Dewreya şehîd Sorxwîn Celal ya akademiya Şehîd Hebûn Ereb, bi tevlîbûna 21 şervanên jin di dawiya 2 mehan ya perwerdeyên leşkerî û birdozî bi dawî bû.

Ji bo dawî kirina dewreya perwerdê merasîmeke leşkerî hate li darxistin. Merasîm ji bo bîranîna şehîdan bi deqeyekî rêzgirtinê destpêkir. Bi  boneya bi dawî kirina dewreya perwerdê ji Fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Amara Minbic axivî û wiha got: “Berî her tiştî em bi dawîbûna perwerdê li hemû hevrêyên xwe yên jin pîroz dikin û em soza li ser şopa têkoşîna şehîdan berdewam kirinê nû dikin.  Şehîdên me, çarenûseke nû ya tijî serkeftin xêz kirin, ji ber wê jî pêwîste rûxmî hemû êrîşên li ser me heyî jî, em bawerin ku wê hevalên me tiştên ku di perwerdê de fêrbûnê di pratîkê de jî pêk bînin.”

Hemû şervanên ku beşdarî perwerdê bûnê, ji bo parastina xak û gelê herêmê têbikoşin û heta dilopa xwîna xwe ya dawî ji bo bidestxistina armancên Yekîneyên Parastina Jinê têkoşîna xwe bidomînin, sond xwarin.

Di dawiyê merasîmê de şervanan govend gerandin.

22-08-2024

Navenda Ragihandina YPJ’ê

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Van jî kontrol bike
Close
Back to top button