Nûçe

Ji Bo Malbatên Şehîdan Li Tabqa Civînek Hate Li Darxistin

 

Li bajarê Tebqayê ji bo malbatên şehîdan civînek hate lidarxistin. Di civînê de li ser rewşa siyasî, aloziyên li hêremê û gelek mijarên cuda hatin nîqaş kirin . Malbatên şehîdan yên ku di cîvînê de amade bûn, di derbarê hindek mijaran de nêrîn, pêşniyar û fikarên xwe anîn ziman. Di civînê de malbatên şehîdan, Fermandara YPJ’ê Zinarîn Qamişlo, nûnerên Rêveberiya Xweser, Endama Konseya Hevserokatiya PYD’ê Foza Yûsif û  Rêveberên Herêma Firatê amede bûn.

Civîn ji bo bîranîna şehîdan bi deqîqeyek rêzgirtina dest pê kir û piştre Endama Konseya Hevserokatiya PYD’ê Foza Yûsif  xêrhatina hemû malbat û zarokên şehîdên kir û di derbarê rewşa herêmê de wiha nirxandin kir: “Di demên dawî de armanca zêdekirina êrîş û pevçûnên li ser herêmê ji bo tirsê xistina dilê gelê me ye. Bi vê yeke Dewleta Tirk ya faşist hewil didê rûpûşa xweya reş, kiryar û sûcên xwe li pişt rûyên çûda veşêr e. Her weha ji bo ku karibê van kiryarên xwe yên hov ku xwe dispêrin lîberalîzmeke dogma berdewam bikin, serî li van rêbazan dide.

Foza Yusif hev girtin û yekîtiya gelan bi van gotina îfade kir: “Tevî hemû hewldanên ji hev durxistinê,  sekna gel ya gel  Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) derbeyeke herî giran li faşîzma dewleta Tirk xist. Di her êrîşekê de wisa dihizirê ku ewê bi ser bikevê lê wekî ku tê dîtin her carê jî ev êrîş bi binketinan ve bi  encam dibin. Di pêvajoya ku şerê cîhanê yê sêyem bi hemû germahiya xwe bi rêve diçê de, yekîtiya gelê me ji bo me pir girînge û nîşaneya serkeftina me ya ku xwe li ser esasekî sosyalist û insanî avadike, nîşan dide. Ewê bi yekîtiya gelê me ya di her şert û mercî de, civaka me ji tevahî alozî û êrîşên hov yên ku li ser me pêk tên biparêze. Dîsa emê tola herîkandina her dilopeke xwîna şehîdên xwe ya  ku her tim bi rih û canê xwe rêya me ronî dikin, ji neyaran bistînin.”

Piştre ji Fermandarên YPJ’ê a Herêma Firatê Zinarîn Qamişlo ji bo beşdarbûna malbatên şehîdan spasî kir û xêrhatina wan kir. “Em di şerê cîhanê yê sêyem de ne û rewşa siyasî ber bi gurbûnê ve diçe. Dijmin ji her alî ve dest bi êrîşan dike û nakokiyan di navbera pêkhateyan de çêdike. Weke ku me di vê dawiyê de jî dît, nakokiyan di navbera eşîran û gelê Sûriyê de derxist. Ev hewldanên nakokiyê ji aliyê rejîma Sûriyê ve tên kirin, ji bo avakirina artêşeke nû ya bi navê Artêşa Eşîran e. Tevî van hemû êrîşan û rewşa aloziyan jî yekrêziya gelê me û nepejirandina êrîşan û hevgirtina wan bi Hêzên Sûriya Demokratîk re, derbeke giran li Tirkiyê xist û hêzên aramiya herêmê xirab dikin xist. Faşîzma Tirk ji bo kiryarên hovane yên li dijî van gelên bindest veşêre bike, dikeve nava van hewldanan. Di heman demê tecrîda li ser Rêber Apo jî binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye û dijî mirovahiyê yê. Tecrîdeke ewqas dem dirêj li ser tu Rêberê cîhanê nahetiye meşandin.”

Di dawiya civînê de malbatên şehîdan dilsoziya xwe anîn ziman û gotin: “Em ê bibin herdem li gel hêzên xwe yên parastinê QSD,YPJ û YPG’ê bin. Em ê li ser şopa şehîdên xwe yên bi rûmet bin ku bi xwîna xwe ev ax avdan. Meşelaya azadiya ku şehîdên me pêxistiye wê herdem bilind be, ji bo Rêber Apo ji destê faşîzma Tirk û desthilatdariya wê xilas bibe emê fikir û felsefeya Rêberê xwe jiyanî bikin, emê heta dawî di rêya azadiyê bi israr bin.”

Civîn bi dirûşmayên ‘Şehîd Namirin, Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.

Navenda Ragihandina YPJ

22-08-2024

Gotarên Têkildar

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Başa dön tuşu