Home 2026 Daxuyaniya Berdevka Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Ruksen Mihemed

Daxuyaniya Berdevka Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Ruksen Mihemed

130

Di çarçoveya bûyerên dawî yên ku li parêzgeha Hesekê diqewimin de, komên derveyî qanûnê kiryarên xirab pêk anîn û êrîşî sembol û wêneyên şehîdên me kirin. Wêne hatin qetandin û destdirêjî li wan hat kirin. Em van êrîşan bi tundî şermezar dikin û red dikin.

Ev kiryarên bêexlaqî êrîş li dijî bîranîn û hestên me, û binpêkirina nirxên mirovî û neteweyî ne ku şehîdên me bi fedakariyên xwe yên mezin nîşan dane.

Şehîdên me sembolên têkoşîn, rûmet û azadiyê ne. Wan canê xwe ji bo parastina axê, dadmendiyê û wekheviya di navbera zayendan de feda kirine. Fedakariyên wan dê her tim di bîranîna gelê me de bijîn.

Em tekez dikin ku êrîşkirina li ser sembolên şehîdan, êrîşkirin e li ser her jinekê ku ji bo azadî û mafên xwe yên rewa têkoşiyaye. Ev sûcekî exlaqî û neteweyî ye ku tu hincetek nikare wê rewa bike. Ji ber vê yekê, em bang li Hikûmeta Sûriyê, bi taybetî li Parêzgeriya Hesekê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li herêmê, dikin ku berpirsiyariya xwe pêk bînin, sûcdarên van êrîşan ceza bikin û gavên pêwîst bavêjin da ku rê li ber dubarebûna van kiryaran bê girtin.

Herwiha em tekez dikin ku cezakirina sûcdarên van êrîşan dê pîvaneke rastîn be ji bo nîşandana asta cidiyetê di pêvajoya entegrasyonê de, û asta pabendbûna bi misogerkirina mafan, rêzgirtina nirx û prensîbên hevpar, parastina rûmeta jinê û fedakariyên şehîdan.

Em diyar dikin ku ev êrîş dê me ji berdewamkirina têkoşîna xwe û parastina maf, rûmet û azadiya jinê, û parastina mîras û fedakariyên şehîdên me, paşve nexin.

 

Berdevka Yekîneyên Parastina Jin (YPJ)

Ruksen Mihemed

13.10.2026