DîmenNûçeWêne

Mêr Li Reqa û Tebqa Li dijî Tundiya Li ser Jinan Meşek Girseyî Li Darxistin

DCIM100MEDIADJI_0206.JPG

Îro bi sedan mêr li bajarê Reqa û Tebqa, tevî endamên rêveberiya xweser a demokratîk û endamên meclisa leşkerî û sîvîl, bi tevlîbûna partiya Suriya pêşerojê û rûspiyên eşîran ji bo tundiya li ser jinê meşek li darxistin.

Meşa ku hate li darxistin ji aliyê mêran ve organize kirin, ji başûrê deriyê nexweşxana El wetenî despêkir û li Çerxe rêya Ne’îm bi dawî bû. Di nava meşê de tevahî meşvanan al û pankartên bi şî’ara “Na ji tundiya jin re, Jin Jiyan Azadî” hildan.

Piştî ku mêş gihîşte Çerxe rêya Ne’îm, ji bo bîranîna şehîdên şoreşê deqeyekî rêz hate girtin. Piştî wê endama meclisa sîvîl ya Mişlib Turkan ji bo jinên ku dijî koletiyê tekoşîn kirine bibîranî û wiha axifî: “25’ê Mijdarê weke roja cîhanî ya ji bo şermezar kirina tundiya dijî jinê ye. Ruxmî ku hawîrdara jin bi tevahî hatibû girtin jî lê jinan her dem gavên xwe pêş de avêtin. Jin bi her warî de rastî  siyasetên qirêj û koletî, zulm û kiryarên dagirkeriyê tên. Feraseta zilam jinê weke amûreke fîzîkî mêze dike. Taybet  piştî  DAIŞ’ê herêmên me dagirkir, jin bê qîmet hate hiştin. Lê cardin di pêngavên tunne kirina DAIŞ’ê de jin bûn xwedî roleke diyarker û şerê li dijî DAIŞ’ê de li eniyên herî pêş de cih girtin. Di roja îro de jin di xeta eniyan de, di meclisan de li kêleka mêran bêyî ku tu fer û cûdahî di navbera me hebe, li ser esasê avakirina civakeke xwedî edalet û wek hevî xebat didin meşandin.

Mişlib Turkan di dawiya gotina xwe de wiha anî got: “ Jin stûn û kevirê bingehîn ê civakê ye, nîvê civakê temsil dike û nîviya din diafrîne weke mêr emê jî mil bi mil ji bo ava kirina civakeke azad  li ser esasên pîvanên azadiyê  tekoşîneke hevbeş bidin meşandin.

 

Meş li Çerxe rêya Ne’îm bi siloganên  “Na ji tundiya jin re, Jin Ber bi Azadî ve Diçe”  bi dawî bû.

 

Navenda Ragihandina YPJ’ê

20.11.2024        

 

Gotarên Têkildar

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button